Êrîşên çeteyan ên li Hesekê hatin şkandin
Li herêmên Hesekê û Til Hemîs, 4 êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hatin şkandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:
“Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî navenda Hesekê jî berdewam dikin. Komên çeteyan şevê din li hemberî gundê Kaka Seîd ê li bakurê rojhilatê Hesekê ji 3 milan ve êrîşek pêk anîn. Hêzên me yên ku ji tevgera çeteyan agahdar bûn, li ser çeteyan de girtin û êrîşên çeteyan vala derxistin. Piştî pevçûnên kin a li vê herêmê komên çeteyan neçar man ji qadê birevin.
Şevê din komên çeteyan êrîş birin ser gundê Harsa ya ku dikeve başûrê rojhilatê Til Hemîsê. Piştî mûdexaleya hêzên me komên çeteyan neçar man ji qadê birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelal kirin. Hêzên me li vê qadê tevî termekî çeteyan dest danîn ser 1 BKC, 5 bombeya destan, 2 rext û 3 mayînên bi dest hatine çêkirin.