Yildirim: Azadiya jinan di azadiya Ocalan de ye
Li navçeya Qoser a Mêrdînê di pêşengiya KJA de bi dirûşma, “Jin jiyan e kuştina jiyanê kuştina mirovatiyê” komxebatek hat lidarxistin. Piştî komxebatê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a di daxuyaniyê de axivî got ku wek jin azadiya xwe di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibînin û di heman demê de ji bo wezareteke jinan bê avakirin wê pêşnûmeyekê pêşkêşî Meclîsê bikin.
Li Qoserê piştî komxebata bi dirûşma, “Jin jiyane kuştina jiyanê kuştina mirovatiyê” beşdaran li ber Şaredariya Qoserê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a di daxuyaniyê de axivî got ku ji bo polîtîkayên qirêj ên civakê bê îrade dikin û dikin kole hatine gel hev, li hember zîhniyeta nêrza ya pergala serwer bi plansaziyeke 6 mehan komxebat bi encam kirine û encamnameyê wê di nav çend rojan de aşkera bikin.
Yildirim di dewama axaftina xwe de got ku ji zîhniyeta DAIŞ qut, ne mimkun e qirkirinên li hember jinan bigirin dest û wiha dewam kir: “Em dizanin ku tevayî zîhniyetên desthilatdar ji tekçîtiyê xwe xwedî dikin. Ji bo vê jî em dizanin ku polîtîkayên qirêj ên li hember jinan polîtîkayên li hember têkoşîna azadiya Kurd in. Ji ber vê em ê hê rêxistinkirî bimeşin.
‘AZADIYA JINAN DI AZADIYA OCALAN DE YE’
Yildirim a got, “Em wek jin azadiya xwe di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibînin” wiha dewam kir: “Em tecrîda li ser rêbertî wek jinên Kurdistanê şermezar dikin. Em îlan dikin ku ji bo azadiya rêbertiya me her cure çalakî û çalakiyên bê îtaetiya sivîl mafê me yê herî xwezayî ye. Em tacîz, tecawiz û cinayêtên kar ên li hember jinan protesto dikin. Em diyar dikin ku li hember polîtîkayên jinan em ê hê xurttir bisekinin. Wek parlamenter jî ji bo wezareteke jinan çi ji destê me bê em ê bikin.”
Piştî daxuyaniyê Yildirim bal kişand ku biryara girtine ji bo teşhîrkirina tacîz, tecawiz û pêkanînên derveyî exlaq in û li hember kesên wan dikin, wê têkoşîneke hê xurtir pêş bixin.
Daxuyanî bi dirûşma, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.