Yuksekdag: Ne hilbijartina zû, divê koalîsyon bê nîqaşkirin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Çoban û Kaya.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Çoban û Kaya.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Çoban û Kaya. Yuksekdag diyar kir ku heta îro kîjan rêbaz danîne ser maseyê û bê çareserî maye ku rêbaza hilbijartina zû wek îhtîmal tînın ziman û bertek nîşanî Davutoglu da. Yuksekdag da zanîn ku wê demek nêz de rêgezên koalîasyonê aşkera bikin.
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên Wanê Remzî Ozgokçe, Selamî Ozyaşar, hevserokên HDP’a Wanê Derya Hayva, Veysî Dîleçî çûn serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya û Hatîce Çoban. Yuksekdag bi kulîlkan di ketina avahiyê de hat pêşwazîkirin û derbasî odeya hevşaredaran bû. Yuksekdag got serketina hilbijartinên 7’ê Hezîranê ne tenê serketina saziyên siyasî û parlamenteran e; ya rêveberiyên herêmi ye jî. Yuksekdag da zanîn ku hevşaredaran seknek baş nîşan daye û got: “Di serketina hilbijartinan de para hevşaredaran mezin e. Ji vir şûn ve em ê xebatên girîng bimeşînin. Li Wanê hejmara parlamenterên me zêde bûn. Em ê bi hev re xebatên baştir bimeşînin. Çavkaniyên xebatê xurt bûn. We di şertên zehmet de rêveberî kir.”
Yuksekdag bi lêv kir ku wê ew jî ji bo xizmet bi awayekî wekhev û adîlane pêk bên wê peywira pirê bigirin ser xwe.
LI DIJÎ DAVUTOGLU BERTEK
Yuksekdag bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya ‘Em xwe ji hilbijartina zû nakêşin’ da û got: “Ya pêwîst ne hilbijartina zû ye. Peywira Davutoglu ya niha ev e ku rêbazên koalîasyona heyî biceribîne û bide zorê. Gelê me di 7’ê Hezîranê de peywirek wisa da Davutoglu. Wek serokê partiya yekem a hilbijartinê divê encaman rast bixwîne û li gorî vê tevbigere. Divê Davutoglu wek serokê giştî yê AKP’ê bêje; ez hikûmetê ava dikim, ez ê rêbaza herî baş a koalîsyonê dikim jiyanê’. Divê Davutoglu vê bêje.”
NÎQAŞÊN HILBIJARTINA ZÛ HEWCE NAKE
Yuksekdag di berdewamiyê de anî ziman ku heta îro kîjan rêbaz danîne ser maseyê û bê çareserî maye ku rêbaza hilbijartina zû wek îhtîmal telefuz dike û bertek nîşanê Davutoglu da. Yuksekdag wiha berdewam kir: “ Nîqaşên hilbijartina zû wek îhtîmal jî ne raste. Ev li dijî îradeya gel neheqiye. Niha divê tenê li ser îhtîmalên koalîsyonê bên sekinandin. Lê ji bo vê divê serokkomar peywira xwe bîne cih. Peywira serokkomar ne ku ji bo hilbijartinê rayagiştî amade dike, peywira wî eve ku rayeyê bide partiya yekem ku koalîsyonê ava bike. Divê serokomar peywira xwe bike û rayeyê bide Davutoglu.”
Yuksekdag bal kişand ser nîqaşên koalîsyonê û got ew wek HDP’ê ji bo teklîfeke koalîsyonê ya ji bo wan tê deriyê xwe nagirin û got: “Em ji bo çareseriyê siyasetê dikin. Ji bo avabûna hikûmetê rolek bikeve ser milê me emê bikin. Em wek HDP wê demek nêz de rêgezên xwe yên koalîasyonê aşkera bikin.”
Hevşaredar Bekîr Kaya jî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û got divê hemû kes van encamên hilbijartinê rast bixwîne.