Şêniyên Taxa Ezîziyê vedgerin malên xwe
Şêniyên Taxa Ezîziyê ku hêzên YPG’ê di 29’ê Hezîranê de ji çeteyan rizgar kirin vedigerin malên xwe.
Şêniyên Taxa Ezîziyê ku hêzên YPG’ê di 29’ê Hezîranê de ji çeteyan rizgar kirin vedigerin malên xwe.
Şêniyên Taxa Ezîziyê ku hêzên YPG’ê di 29’ê Hezîranê de ji çeteyan rizgar kirin vedigerin malên xwe.
Çeteyên DAIŞ’ê di 24’ê Hezîranê de êrîşî taxên başûrê bajarê Hesekê kirin. Ji vir jî çeteyan êrîşî Taxa Ezîziyê ya rojhilatê bajar kirin, hêzên rejîmê ji taxê reviyan, hêzên YPG’ê mudaxele kirin û bersiva êrîşên çeteyan dan. Ji ber êrîşa çeteyan şêniyên taxê malên xwe terk kirin û koçber bûn.
Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê û hêzên Asayîşa di 29’ê Hezîranê de taxa Ezîziyê bi temamî ji çeteyan paqij kirin û hêzên Asayîşê li nava taxê operasyona paqijkirinê dan destpêkirin. Li rojhilatê Ezîziyê jî şervanan 2 gundên çeteyan wekî baregeh bikar dianîn rizgar kirin. Welatiyên taxê dest bi vegera malên xwe kirin.
Welatiyên vedigerin malên xwe ji ANHA’yê re axivîn û keyfxweşiya xw anîn ziman. Welatiyê bi navê Mihemed Ebdula Berekat diyar kir ku ew bi vegera taxa xwe keyfxweş in. Welatiyê bi navê Remezan Husnî Yûsif ê ji pêkhateyê Ereb kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: ˮEm ji çeteyên DAIŞ’ê xilas bûne. Em careke din vedigerin malên xwe. Em ji hêzên rêjîmê û çeteyan jî xilas bûne.ˮ Yûsif bang li hemû welatiyên taxê kir ku li kêleka hêzên Asayîşê û hêzên parastina cewherî û YPG’ê bisekinin û parastina taxên xwe bikin.
Taxa Ezîziyê dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û Kurd, Ereb û Suryanî têde dijîn. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve gelek komên çekdar û çeteyan xwe di wir de bicih kiribûn. Di demên dawiyê de hêzên rejîmê parastina taxê teslîmî Dîfa El-Wetenî (Muqeneyîn) kiribû.