'Piştgiriya ji bo Kobanê divê mezintir bibe'

Hevseroka Saziya Piştgirî û Alîkariya ji bo Kobanê Gulîstan Ettî da xuyakirin ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ya 25'ê Hezîranê pêwîstî hîn bêhtir bûye û got, "Piştî êrîşê bi dehan zarokên me sêwî mane. Pêwîstiya wan bi alîkariya jiyanî heye."

Hevseroka Saziya Piştgirî û Alîkariya ji bo Kobanê Gulîstan Ettî da xuyakirin ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ya 25'ê Hezîranê pêwîstî hîn bêhtir bûye û got, "Piştî êrîşê bi dehan zarokên me sêwî mane. Pêwîstiya wan bi alîkariya jiyanî heye."

Xebatên ji nû ve avakirina Kobanê dewam dikin. Piştî azadbûna bajêr bi deh hezaran sivîl vegeriyan. Lê belê ji ber şert û mercên şer hem hilberîna tê kirin têra nifûsê nake, hem jî ji bo ji nû ve avakirina bajêr derfetên têrker nîne. Bi konferansan re kampanyayên piştgiriya ji bo Kobanê her çend derketibin asteke bilind jî, piştî komkujiya dawî pêwîstî hîn zêdetir bûn. Bi hezaran zarok û extiyarên di komkujiyê de xizmên xwe ji dest dan, pêwîstiya xwe bi alîkariya jiyanî hene.

Hevseroka Saziya Piştgirî û Alîkariya ji bo Kobanê Gulîstan Ettî der barê alîkariyên tên Kobanê de agahî da û anî ziman ku bi taybetî xebatên piştgiriyê yên gelê Bakurê Kurdistanê, Şaredariyên DBP'yî û Kurdistaniyên li Ewropayê hêzeke mezin daye wan. Ettî Konferansa Kobanê ya li Brukselê pêk hat bibîr xist û destnîşan kir ku hin ji saziyên navneteweyî, di pêvajoya ji nû ve avakirinê de Kobanê bi tenê nehiştine.

ŞAREDARIYAN DESTEKA HERÎ MEZIN PÊŞKÊŞ KIRIN

Ettî got, "Ji destpêkê ve yên alîkarî dan Kobanê û ew li ser piyan hiştin gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û Şaredariyên me yên li wir in" û ev xal destnîşan kir: "Di serî de Amed, Mêrdîn û Pirsûs hemû Şaredariyan ji aliyê binesazî û pêwîstiyên însanî ve destek dan Kobanê. Weke ku tê zanîn li Kobanê hilweşîneke mezin rû da. Armanca me ya esasî ew e ku alîkariyên tên bi awayekî wekhev û adîl li gelê Kobanê belav bike ye. Em mijarên ku pêwîstiya gelê me pê heye, tespît dikin. Em tespît dikin ku pêwîstiya kê bi çi heye, pêwîstiya kê lezgîn e û li gorî vê yekê alîkariyê belav dikin."

'BILA NEBIN ASTENG, EM TIŞTEKÎ DIN NAXWAZIN'

Ettî îdîayên li ser alîkariya dewleta Tirk ji bo Kobanê derewand û got, "Kobanê ev çar sal in di bin dorpêçî û êrîşê de ye. Dewleta Tirk di nava van çar salan de ti alîkarî nekir. Di rojên herî giran ên şer de jî ti ji saziyeke dewletê alîkariya însanî bi Kobanê re nekir. Berevajî, salîkariyên gelê Bakurê Kurdistanê û hin saziyên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve hat astengkirin."

HÎN BÊHTIR ALÎKARÎ

Ettî diyar kir ku hînê şert û mercên şerê dijwar hene û da zanîn ku alîkarî têrê nake. Ettî ragihand ku piştî şerê li Kobanê herî kêm 20 hezar malbat vegeriyane û bi hezaran malbat li gundan dijîn. Ettî bibîr xist ku hînê nû bi Kantona Cizîrê re têkilî hatiye danîn û got, "Bê guman wê ev yek aramiyekê bi xwe re bîne. Hin ji alîkariyan wê ji wir bên, lê belê divê neyê ji bîr kirin ku ev jî têrê nake. Ji xwe di rewşa heyî de çûn û hatineke bi dilrehetî nîne. Li hemberî Kobanê êrîş dewam dikin, şer dewam dike. Ji ber vê yekê divê hîn bêhtir alîkarî were dayîn."

Ettî diyar kir ku ji ber mercên şer li Kobanê niha hilberîn nîne, gundî nikarin erdê xwe biçînin û anî ziman ku pêwîstiyeke cidî bi madeyên bingehîn ên xwarinê, alavên paqijiyê û kincan heey.

ZAROKÊN SÊWÎ MANE

Ettî destnîşan kir ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ya 25'ê Hezîranê, pêwîstî ji her demê bêhtir bi piştgiriyê çêbûye û got, "Li dû êrîşa dawî, bi dehan zarokên me sêwî man. Pêwîstiya van zarokan bi alîkariyê heye. Ji bo van zarokên ji temenên cuda pêwîstiya bi kinc, xwarin û paçê girêdanê heye. Her wiha pêwîstî bi perwerdekirina wan heye." Ettî banga xurtkirina piştgiriyê kir.