YPG: 147 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku ji rojavayê çiyayê Kizwanan û xeta Alya heta bajaroka Sirrin, êrîşên herî berfireh ên çeteyan hatine şikandin û 147 çete hatine kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku ji rojavayê çiyayê Kizwanan û xeta Alya heta bajaroka Sirrin, êrîşên herî berfireh ên çeteyan hatine şikandin û 147 çete hatine kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku ji rojavayê çiyayê Kizwanan û xeta Alya heta bajaroka Sirrin, êrîşên herî berfireh ên çeteyan hatine şikandin û 147 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku di van pevçûnan de 13 şervanên wan gihîştine şehadetê.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo û êrişên çeteyên DAIŞ’ê ku ji herêma çiyayê Kizwanan heta Sirrinê li qadeke berfireh pêk hatin de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo di roja xwe ya 62’yan de bi tevlîbûna hêzên me yên kantonên Cizîr û Kobanê berdewam dike.
Rexistina terorî ya DAIŞ’ê, ji ber destkeftiyên stratejîk ên hêzên me teng dibe û bi êrîşên xwe yên nû dixwaze encam bistîne. Çeteyên DAIŞ’ê di vê çarçoveyê de ji navendên wekî Musul, Humus, Cerablûs û Minbic 3 caran hêz û çekên giran tekwiyeyî herêmê kirin û li ser xetekî dirêj amadekariya êrîşê kirin. Çeteyan, piştî van amadekariyan, duh di demjimerên siharê de êrîşekî berfireh anîn ser qadên di bin serweriya hêzên me de.
Komên çeteyan destpêke xwe li hîn gundên vala yên li rojavayê çiyayê Kizwanan bi cîh kirin û ji vir êrîşî gundê Bedî kirin. Piştî bersivdayina hêzên me li vir pevçunên dijwar hatin jiyandin. Çeteyan bi armanca şikandina parastina hêzên me li vir bi panzerekî tije teqemenî êrîşeke xwekujî lidar xistin. Komên çeteyan ku ji vê êrîşê jî encam ne stendin, şikestin û hatin paşvê xistin. Hêzên me li vî gundî 15 termên çeteyan bi dest xistin.
Di encama pevçûnên dijwar ên li vê gundî de, tekîliya me bi 3 rêhevalên me re qut bûye.
Pevçûnên piştî êrîşê li hember gundê Elganê ya ku dikeve navbera gundên Alya û Bedî destpê kir, heta derengiya şevê berdewam kir. Hêzên me êrîşên çeteyan şikandin û li vir 21 termên çeteyan bi dest xistin. 2 çete ku di van pevçunan de birîndar bibûn û bi armanca êrîşê xwekujî pêk bînin xwe di gund de veşartî bûn, şevê din ji aliyê hêzên me ve bi awayekî mirî hatin desteserkirin.
Pevçûnên navbera hêzên me û komên çeteyên ku xwe gihandibûn gundên Alya û Reyhaniye Beggara, lê hatibûn dorpeçkirin jî bi awayekî dijwar berdewam kir. Giraniya çeteyên ku ketibûn gundê Alya hatin kuştin. Hêzên me li vê gundî 8 termê çeteyan bi dest xistin. Di pevçunên gundê Alya de endamekî Asayîş û şervanekî Erka Xwe Parastinê, bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadetê.
Di navbera hêzên me û komên çeteyên ku di gundê Reyhaniye Beggara de hatibûn dorpeçkirin de, heta demjimerên siharê pevçunên bênavber hat jiyankirin. Pevçunên li vê gundî rêhevalekî me bi awayekî lehengî şer kir û gihişt şehadetê. Operasyona hêzên me ya li vê gundî berdewam dike.
Di encama van pevçunên ku direjahiya 25 km de hatin jiyîn şûnve êrîşê çeteyan hatin şikandin. Çeteyan li vê qadê bi panzer û 10 kesên cûda ve êrîşên xwekujî pêk anîn, lê yek ji wan êrîşan jî encam negirtiye. Li vê qadê bi giştî 46 termê çeteyan hatine bi dest xistin. Dîsa hêzên me li vê qadê 15 kleş, 2 roketavêja B7, 1 Karnas û hawanekî 60 mm bi dest xistin.
Komên çeteyan îro di demjimerên siharê de li hember girên stratejîk, Izea û Radar a çiyayê Kezwanan êrîşek lidar xistin. Êrîşê çeteyan di demekî kin de hat bêbandorkirin û çeteyan neçar man ji qadê birevin. Di encama xebatên lêgerîne ya li vê herême de termê 7 çeteyan hat bidestxistin.
Rêhevalekî me ku di van pevçûnan de birîndar bû, dema dixwestin rakin nexweşxaneyê, di rê de gihîşt şehadetê.
Yek jî êrîşên herî dijwar a çeteyan, li herêma başûr, rojava û rojhilatê bajaroka Ayn Îsa bû. Di vê qada direjahiya 35 km ye, komên çeteyan ji pirr noqteyan êrîş birin ser hêzên me.
Piştî êrîşên xwekujî ya ku li hember gundên Şergirat, Mişêrfa û Genterî bi 3 maşîneyên teqemenî barkirî hat lidarxistin, çeteyan bi awayekî komî dest bi êrîşê kirin. Di van gundan de heta derengiya şevê pevçunên zehf dijwar hat jiyankirin. Di van pevçûnan de çeteyan heta nivî gundê Şergirat pêşve hatin. Piştî van pevçûnan hêzên me çeteyan ji van gundan tevahî derxistin û êrîşê her 3 gundan jî şikandin. Pevçûnên li van qadan de hêzên me 3 maşîneyên leşkeri, 2 motorsîklet û maşîneke tijî teqemenî rûxandin.
Hêzên me li vir tevî 20 termê çeteyan dest danîn ser 12 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7 û 7 gulleyên vî, 10 bombeyên destan, 20 bombeya bi dest hatiye çekirin, hejmarek zêde fîşeka kleş û BKC û panzereke çeteyan.
8 rêhevalên me yên ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan de bi fedakariyên xwe rolekî pêşeng lîstin, bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Komên çeteyan li hember navenda bajaroka Eyn Îsa û 3 gundên dikevin rojavayê bajarokê jî êrîş lidar xistin. Çeteyan di êrîşên Eyn Îsa de hîn herêmên di bin serveriya hêzên Burkan El Firat de bûn bi dest xistin. Piştî çeteyan ketin nava bajer hêzên me û hîn tekwiyeyên Burkan EL Firat ketin nava bajer û li dijî çeteyan operasyon destpê kirin. Piştî pevçunên dijwar a li vê herême êrîşên çeteyan hatin şikandin. Li vir, hêzên me 8 termê çeteyan bi dest xistin. Operasyonên hêzên me ya li hember çeteyên ku di taxekî Ayn Îsa de hatiye dorpeçkirin berdewam dike.
Êrîşên li dijî 3 gundên ku dikevin rojavayê Eyn Îsa û fevca 93. bi temamî hatiye şikandin. Di pevçûna van gundan de rêhevalekî me bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê. Hêzên me li vê herêmê 31 termên çeteyan, 4 BKC, 1 roketavêja B7 û 7 kleş bi dest xistin.
Komên çeteyên ku li herêma Sirrîn dimînin, şevê din li hember hêzên me ya vê herêmê êrîşek lidar xistin. Êrîşê çeteyan hat şikandin û 2 termê çeteyan hatin bidestxistin.
Pevçûnên ku di encama êrîşên çeteyan a 24 demjimerên dawî de li vê cebhê jî bi giştî 41 termê çeteyan hatine bidestxistin.
Di van êrîşên berfireh a çeteyan de bi giştî qasî hatiye zelalkirin 147 endamên çeteyan hatine kuştin û 94 termê çeteyan jî hatine bidestxistin. 13 rêhevalên me yên ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolekî girîng lîstin û bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê.