Tecrîd li Bedlîsê hat protestokirin

Koordînasyona KJA'ê ya Bedlîs û DEM-GENÇ'ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xistin.

Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a Bedlîsê û DEM-GENÇ'ê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xistin. Bi sedan welatiyên ku li ber avahiya DBP'ê ya Bedlîsê kom bûn heta Mizgefta Mezin meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê hatin hilgirtin û dirûşmên, 'Bijî Serok Apo’, ‘Be Serok jiyan nabe’ û ‘Ciwan fedayiyên Apo ne’ hatin gotin.

Piştî meşê li ser navê girseyê aktîvîsta KJA'yê Newroz Baran axivî û xwest ku demildest dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn û wiha pêde çû: "AKP'ê hêviya gelên Tirkiye û Kurdistanê ya welatekî wekhev, azad û bi aştî ji berjewendiyên xwe re dike qurban. Gelên Tirkiyeyê jî dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. Heya serokatiya me azad nebe gel jî azad nabin. Heke gel azad nebe pêvajoya çareseriyê jî nameşe. Em tecrîdê qebûl nakin. Bila tecrîd demildest bê rakirin."

 Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.