Çeteyên DAIŞ’ê piştî têkçûnên xwe yên li Kobanê û Girê Spî bi êrîşên bombeyî berê xwe dane komkujiyên girseyî û vê carê jî di dema ku amadekariyeke êrîşa li dijî Serêkaniyê ya Kantona Cizîrê de bûn, ji aliyê gel ve hatin tespîtkirin.
Duh êvarê li nêzî deriyê sînor ê Serêkaniyê komeke çeteyan a ji 60-70 kesî pêk dihat û amadekariya êrîşeke li dijî Rojava dikirin, hat ferqkirin. Piştî ku gel çete ferq kir leşkerên Tirk ev kom ji bo demekê girtin cem xwe. Li şûna ku kar û barên binçavkirinê bikin, çete li aliyê sînorê Tirkiyeyê hatin berdan.
Di mehên havîn û payîzê ya 2013’an de di nav de El Nusra jî hebûn nêzî 30 çeteyî, Serêkaniyê dagir kiribû û dîsa ji deriyê sînor ê Serêkaniyê ketibûn hundir. Avahiya Midûriyeta Çandiniyê ji aliyê çeteyan ve wek baregeh hatibû bikaranîn.
Di rojên ku Serêkaniyê di bin dagirkeriya çeteyan de bû, deriyê sînor ê Serêkaniyê vekirî hatibû hiştin û piştî şervanên YPG-YPJ’ê dawî li dagirkirinê anîn derî hatibû girtin û dîwar hatibû lêkirin.