Li Wanê parêzer di nava KHM de dicivin
Hevserokên KHM Dede û Şedal diyar kirin ku sîstema heyî ya hiqûqê bersivê nade civakê û destnîşan kirin ku ew dixwazin afirîneka cewherî ya civakê exlaqê, esas were girtin.
Hevserokên KHM Dede û Şedal diyar kirin ku sîstema heyî ya hiqûqê bersivê nade civakê û destnîşan kirin ku ew dixwazin afirîneka cewherî ya civakê exlaqê, esas were girtin.
Hevserokên KHM Dede û Şedal diyar kirin ku sîstema heyî ya hiqûqê bersivê nade civakê û destnîşan kirin ku ew dixwazin afirîneka cewherî ya civakê exlaqê, esas were girtin. Hevserokan diyar kirin ku modela herî baş a bicihanîna rêveberiya cewherî ya civakê, Xweseriya Demokratîk e.
Hevserokên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (KHM) ku ev du meh in li Wanê dixebite Umît Dede û Behiye Şedal armanca komeleya xwe ji ANF'ê re nirxandin.
Dede da xuyakirin ku demeke dirêj pêwîstî bi rêxistinbûyîneke li qada hiqûqê hebû û got, "Ev yek di nava hiqûqnasan de dihat nîqaşkirin. Gelek sedemên vê pêwîstiyê hene. Beriya her tiştî divê were gotin, ku ev pêwîstî beriya hiqûqnasan, pêwîstiya gelan bi xwe ye."
Dede diyar kir ku ev nîqaşên di nava parêzeran û beşên cuda yên civakê de hatin nîqaşkirin, di payîza 2013'an de bi nîqaşên li 1. Konferansa Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê zelal bûne û bibîr xist ku hiqûqnasan di konferansê de biryar dan rêxistinbûyînek di bin sîwana komeleyê de pêk were.
Dede ragihand ku bi xebatên piştî konferansê re di destpêkê de Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a ji navenda Stenbolê ava bû û got, "Li aliyê din bi navê Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê ya ji navenda Amedê serlêdan hat kirin, lê belê ji ber ku ku gotina 'Kurdistan' a di nava nav de li dijî destûra bingehîn hat dîtin, rêzikname nehat erêkirin. Li hemberî vê biryarê pêvajoya hiqûqî destpê kir û hînê dewam dike. Lê belê ji bo dem neyê windakirin bi navê Komleeya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (KHM) serlêdaneke duyemîn hat kirin û KHM a ji navenda Amedê bi awayekî fermî ava bû. Piştî avabûna fermî, lez ji pêvajoya rêxistinbûyînê re aht dayîn û di Civata Giştî ya Yekemîna KHM de biryara vekirina şaxan hat dayîn. Piştî vê biryarê lib ajarê me jî di demeke kurt de Şaxê KHM ê Wanê hat vekirin."
Umît Dede anî ziman ku di nava vê dema kurt a avabûna komeleyê de ew giraniyê didin xebatên sazîbûn û rêxistinbûyînê û got, "Û beriya her tiştî em hewl didin hemû hevalên xwe yên parêzer tevlî têkoşîna hiqûqî ya rêxistinbûyî ya di bin sîwana KHM bikin."
'EM Ê AFIRÎNEKA CEWHERÎ YA CIVAKÊ EXLAQÊ ESAS BIGIRIN'
Hevserok Umît Dede diyar kir ku dema li raperîn û serhildanên di dîroka Komarê de rû dane û darbeyên leşkerî yên ahtine kirin bê temaşekirin, tê dîtin ku modela dewletê û hiqûa dewletê ya li ser vê xakê hatiye afirandin, pêkanîna aştî û aramiya civakê li aliyekî, sedema hemû pevçûnên civakî ye.
Dede got, "Modela dewleta yekparêz û afirîneka wê hiqûqa wê, nikare li baçxeya gel û baweriyan Anatolî û Kurdistanê aştiya civakî pêk bîne. Çavkaniya bingehîn a şerê li balkanan û Rojhilata Navîn, modela netewe dewlet û hiqûqa netewe dewlet e." Dede destnîşan kir ku xûsûsa divê ji bo wê têkoşîn were meşandin, li şûna hiqûqê esasgirtina exlaqê ye ku afirîneka cewherî ya civakê ye.
XWESERIYA DEMOKRATÎK
Bediye Şedal jî da xuyakirin ku hiqûqa ji civaka dewletî, bi taybetî jî modela netewe dewletê, di nava civakê de bersiva xwe nîne û got, "Civak çiqasî bi hemû dînamîkên xwe karî tevlî rêveberiyê bibe û afînekên xwe yên ji pîvanên jiyana civakî derxîne holê, ewçend dikare aştiya civakî û edalet pêk were. Yek ji modelên herî baş ê ku rêveberiya cewherî ya civakê dikare pêk were, bê guman modela Xweseriya Demokratîk e. Pîvana bingehîn a vê modelê demokrasiya tevlîkar e. Ev modela rêveberiya yekane ye ku dikare rêveberiya cewherî ya civakê bixe meriyetê. Ev model modela tekane ye ku dikare hilweşîninên modela netewe dewletê di nava civakê de rê li ber vekiriye û pevçûnan ji holê rake. Û ancax di nava modela Xweseriya Demokratîk de derdorên civakî dikarin yekser tevlî pêkanîna pîvanên jiyana civakî bibin û exlaqa civakî li şûna hiqûqê ava bikin."
Şedal da zanîn ku armanca wan a sereke meşandina têkoşîna hiqûqî ya li hemberî hemû binpêkirinên mafên mirovan e û anî ziman ku der barê bê hiqûqiyên berê hatine kirin jî ew ê xebatên lêkolînkirina heqîqetan bimeşînin.