Waniyan bi sedan wesayîtan azadî ji Ocalan re xwestin

Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Rêbertî û girtiyên siyasî re azadî” ya ji aliyê Rêxistina DBP û HDP’ê ya Wanê ve hat destpêkirin, konvoya ji wesayîtan a li ber avahiya DBP’ê ya Artemêtan kom bû li bajêr geriya.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Rêbertî û girtiyên siyasî re azadî” ya ji aliyê Rêxistina DBP û HDP’ê ya Wanê ve hat destpêkirin, konvoya ji wesayîtan a li ber avahiya DBP’ê ya Artemêtan kom bû, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajêr geriya û ji Ocalan re azadî hat xwestin.   

Li Wanê beriya mîtînga sibe ya bi navê “Ji êbertî û girtiyên siyasî re azadî”, rêveberên bajêr ên HDP û DBP’ê destpêkê li ber avahiya HDP’ê ya bajêr kom bûn û ji bo tevlîbûna mîtîngê belavok belav kirin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Veysi Dîlekçî, alîkarên Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Caziye Dûman, Fadil Bariştiran, parlamenterên Wanê yên HDP’ê Tûgba Hezer, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe û rêxistinên HDP-DBP’ê tevlî bûn.

Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr Nacmî Kalçik ê beriya belavkirina belavoka axaftineke kurt kir diyar kir ku bi mehane li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd pêk tê û got: “Em bang li tevayî gelê xwe dikin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî sibe, (07.07.2015) saet 21:00’ê li terqarê ya 2’yê Nîsanê kom bibe û tevlî meşa me ya heta Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bibe.

Piştî vê bi rêxistinên bajêr ên HDP’ê û DBP’ê, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Selamî Ozyaşar, Tugba Hezer, Remzî Ozgokçe re derbasî avahiya DBP’ê ya Artemêtan bûn. Li vir piştî konvoya bi sedan wesayîtan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi navenda Wanê ve ketin rê. Konvoy li Artemêtan ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Polîsên ku bi TOMA’yan, panzeran û bi sedan wesayîtên hêzên taybet pêşiya konvoyê birîn û dan diyarkirin ku vekirina posterên Ocalan sûc e û dan zanîn ku rê nadin vê yekê. Lê di encama israra rêveberên bajêr û parlamenteran polîsan asteng rakirin.

Girseya ku bi konvoya sedan wesayîtan tûra bajar avêtin piştre bi awayekî girseyî çûn serdana taziyeya Şervanê YPG’ê Nejdet Şan ê li gundê Kûrûbaş ê Wanê hatiye vedan kirin. Li taziyeyê serxasî ji malbata Şan re hat xwestin.

...