Li Sertê di nuqteya kontrolê ya polîsan de pevçûn!
Derket holê ku duh bi şev li Sertê li nuqteya kontrolê di navbera polîsan ku kesekî de pevçûn çêbû, polîs û kesê di wesayîtê de mirine.
Derket holê ku duh bi şev li Sertê li nuqteya kontrolê di navbera polîsan ku kesekî de pevçûn çêbû, polîs û kesê di wesayîtê de mirine.
Derket holê ku li Sertê duh bi şev li nuqteya kontrolê ya polîsan dema polîsan xwestiye wesayîtekê rawestînin di navbera kesekî di wesayîtê de û polîsan pevçûn derketiye. Di pevçûnê de kesê di wesayîtê de û polîsek mirine.
Hat ragihandin ku duh bi şev li ser rêya Sêrt-Dihê li nuqteyeke kontrolê ya polîsan, di navbera polîsan û kesekî di wesayîtê de pevçûna bi çekan rû daye. Tê diyarkirin ku Şerafettîn Ozekîncî ê di wesayîtê de hatiye kuştin û polîsê bi navê Bunyamîn Turgut ê hat ragihandin birîndar bûye jî miriye. Tê diyarkirin ku têkildarî bûyerê li Êlihê polîs digirin ser hin malan.
Cenazeyê Ozekîncî ji Sêrtê anîn gundê Narîkiyê yê Êlihê. Hat ragihandin ku piştî wecîbeyên olî wê cenazeyê Ozekîncî bê defnkirin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.