Êrîşa çeteyan a li hemberî Çiyayê Kizwanan hat şikandin

Komên ji çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê hewl dan êrîşî Çiyayê Kizwanan bikin. Di encama bersiva tund a hêzên YPG/YPJ'ê de çeteyan windahî dan û neçar man xwe ji herêmê vekişînin. Li Hesekê jî şerê di navbera rejîmê û çeteyan de dewam dike.

Komên ji çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê hewl dan êrîşî Çiyayê Kizwanan bikin. Di encama bersiva tund a hêzên YPG/YPJ'ê de çeteyan windahî dan û neçar man xwe ji herêmê vekişînin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan Hawarê, îro danê sibehê saet di navbera 04.00 û 05.00'an de komên çete yên DAIŞ'ê êrîşî nuqteyên YPG/YPJ’ê yên li navenda Îzaa (Radyo) û Radar ên herêma Çiyayê Kizwanan kirin. 

Şervanên YPG’ê bersiva êrîşê dan û di navbera wan û çeteyan de şer derket. Di şerê li vê derê de kuştiyên çeteyan çêbûn, lê der barê hejmara wan de agahiyeke zelal bi dest neket.

Piştî bersiva tund a şervanan çete neçar man xwe ji herêmê vekişînin.

ŞER Û PEVÇÛNÊN LI HESEKÊ DEWAM DIKIN

Li aliyê din, şevê din li taxa Neqwa Şerqî, Taxa El-Zehûr û Xwêran ên Hesekê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê şerê derket. Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên rejîmê li dijî çeteyên ku xwe di taxên Neşwa Şerqî û Taxa El-Zihûr ên başûrê bajar bi cih kirin êrîş pêk anîn ku taxan ji destê wan derbixe. 

Li ser vê yekê şer derket. Hate zanîn ku di şerê li taxa Zihûr polîsekî trafîkê hatiye kuştin. Her wiha di şer de kuştî û birîndarên herdû aliyan çêbûne, lê der barê hejmarê de ti agahî ne hatin bidest xistin. Şer heta saetên sibehê dom kir.

Li taxa Neşwa Şerqî jî segvanên çeteyan ku xwe li jora avahiyên taxê bi cih kirine komeke leşkerên rejîmê yên xwe li nêzî girtîgaha Hesekê û avahiya Nifûsê bi cih bibûn hedef girtin. Der barê hejmara kuştî û birîndarên rejîmê ti agahî ne hatin bidestixistin.

Li taxa Xêran û bi taybet li devera Exewat a taxê çeteyên DIAŞ’ê şevê din êrîş pêk anîn. Di navbera wan û hêzên rejîmê de şer derket. Şer heta serê sibehê dewam kir, lê agahiyeke zelal di vê der barê de bi dest ket.

Di dema şer de hêzên rejîmê bi balafiran û topan herêmên çete tê de bi cih bûne bombebaran û topbaran kirin.