Li Hesekê agir bi depoya mazotê ket

Depoyek din a navenda mazotê ya li Taxa Xiwêran (Satkop) şewitî û di encamê de agirekî mezin derket

Depoyek din a navenda mazotê ya li Taxa Xiwêran (Satkop) şewitî û di encamê de agirekî mezin derket

Di 28’ê Hezîranê de ji ber topên hewanê yên çeteyan agir bi depoyek mazotê ya li navenda Mazotê ya Hesekê (satkop) ku li başûrê bajarê Hesekê ket. Îro jî saet di 15.45’an de teqînek pêk hat û agir bi depoyek din a navendê ket.  Dengê teqînê gihişt hemû deverên bajêr û dûmanek reş bi ser bajar ket. Hate gotin ku teqîna depoya din ji ber germahiya agirê ya 28’ê Hezîranê û germa li derdorê çêbû pêk hatiye.

Satkop navenda sereke ya depoyên Mazotê yên bajarê Hesekê ye.