Şervanê YPG’ê Yildiz ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ozan Yİldiz (Firat Andok) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyên Gimgimê ve li "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" hat definkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ozan Yİldiz (Firat Andok) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyên Gimgimê ve li "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" hat definkirin

Şervanê YPG'ê Ozan Yildiz (Firat Andok) roja 7'ê Tîrmehê di şerê çeteyên DAIŞ'ê yê li başûrojavayê bajaroka Sirrînê qewimî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yildiz ji bo definkirin ji Amedê ber bi Gimgima Mûşê ve hat birêkirin. Cenaze di têketina Mûşê de ji hêla dehan wesayîtan ve hat pêwazîkirin û ji wir ber bi Gimgimê ve bi rê ket. Bi hezaran welatiyan cenazeyê Yildiz birin "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî". Piştî wecîbeyên olî li Mizgefta Şehîdan pêk anîn cenaze li ser milên xwe kirin û bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" li goristanê definkirin.

Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Mehmet Yaşar axivî. Yaşar sersaxî ji malbata Yildiz xwest. Yaşar diyar kir ku ciwanên kurd bi berxwedaneke mezin li dijî çeteyan şer dikin û wiha got: "Li seranserê Rojava û Kurdistanê xwîna şehîdên me hene. Rojava bi felsefeya Rêber Apo gelên Rojhilata Navîn ber bi azadiyê ve dimeşin û êrîşên çeteyên hov vala derdixînin. Heke îro em hatibin vê rojê ev bi saya berxwedana şehîdan e. Em ê têkoşîna van cangoriyan bidomînin."

Xalê Yildiz Sirri Bîngoltekîn jî ev tişt anî ziman: "Ozan ne tenê şehîdê me ye, ew şehîdê hemû Kurdistanê ye. Ew şehîdê mirovahiyê ye. Em îro caneke din li vir defin dikin, lê divê neyê jibîrkirin ku bi hezaran canên me hêj hene û li ber xwe didin."

Piştî merasîmê welatiyan sersaxî ji malbatê xwestin.