Ji Şaredariya Baglarê ji bo malbatên şehîdan xwarina fitarê

Şaredariya Baglarê ji bo malbatên şehîdan yên bajar xwarina fitarê da. Ji hezarî zêdetir malbat beşdarî xwarinê bûn.

Şaredariya Baglarê bi munasebeta meha Remezanê xwarina fitarê da malbatan. Xwarin li Tesîsên Sporê yên Demîrok hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê Edîp Berk, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Baglarê Bîrsen Kaya Akat û Eşref Guler, Hevserokên MEYADER’ê, rêveberên DBP û HDP’ê, meclîsên taxan û bi hezaran malbat beşdar bûn. Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak beriya xwarinê axivî û got bi malbatan re di xwarineke wisa de hatina cem hev, ew gelek kêfxweş kiriye û got: “Em ê ji vir şûn ve jî layîqî nirxên xwe bin.”

Bîrsen Kaya Akat jî got qezencên îro bi saya zarokên van malbatên hêja pêk hatiye û got: “Em îro bi malbatan re hatin cem hev. Em gelek kêfxweşin. Heta dilopa dawî ya xwîna em ê bibin şopdarê wan. Yekane armanca me ev e ku canê kesî neşewite. Bila Meha Remezanê bibe wesîleya aştiyê.”

Piştî axaftinan Qurana Kerîm hat xwendin û xwarin hat dayîn.