Rejîma Îranê li sînor parêzerekî Kurd qetil kir
Rejîma Îranê, li sînorê Îranê parêzerekî ku dixwest derbasî Ebexê bibe, qetil kirin.
Rejîma Îranê, li sînorê Îranê parêzerekî ku dixwest derbasî Ebexê bibe, qetil kirin.
Çend roj berê rejîma Îranê parêzerekî Kurd ê bi navê Sîrûs Ehmet qetil kir. Sîrûs Ehmet ku dixwest ji sînorê Rohilatê Kurdistanê derbasî Ebexê bibe, ji aliyê hêzên pasdarên Îranê ve bi çekan hat gulebarankirin. Parêzer Ehmedî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Sîrûs li bajarê Neqedê ya Rojhilatê Kurdistanê parêzerî dikir. Li gorî agahiyên şahidan rejîma Îranê beyî hişyariyekê bike, gule barandiye.