Ji şervanên birîndar şahiya voleybolê

Şervanên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de birîndar bûne, bi platînên di ling û milê xwe de voleybolê dilîzin.

Tevî hemû zehmetiyên şer, şervanên Azadiyê ên coşa xwe ya jiyanê winda nekirine her roj bi voleybolê dilîzin. Şervanan şert û mercên xwe li gorî rêbazên lîstikê saz kirin û tevî werimînin milê xwe, lîstikê dilîzin. Rêbazên lîstika ku bi yek lingî, yek destî dilîzin, rêbazên wê jî li gorî xwe diyar dikin. Şervanên ku ji dest û lingê xwe birîndarin ji bo gogê ji destê xwe bernedin, çi ji destê wan tê dikin. 

Zarokên li derdorê dilîzin jî dema goga şervanan ji qadê dertê, ji wan re tînin. Zarokên biçûk ên wek Mervan, carinan bi birayên xwe yên birîndar re di lîstikê de tên hember hev.  Şervanên ku fêm dikin bi Mervan re nekarin têbikoşin, neçar dimînin serketina wî qebûl bikin. An jî nekarin goga xwe bigirin.

Şervanên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de birîndar bûne, xwe ji xebatên sporê jî nakin. Hinek şervanên ku seqet mane jî lîstikê temaşe dikin.

...