‘Tecrîd, rê li xetereyan vedike’
Endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Lawa û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û mijarên di rojevê de ne ji ANF’ê re nirxandin.
Endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Lawa û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û mijarên di rojevê de ne ji ANF’ê re nirxandin.
'Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK)’ê Jiyan Lawa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, polîtîkayên AKP û serketina hilbijartinan nirxand. Lawa got, “Tecrîda li ser Rêber Apo û serketina HDP ya di hilbijartinan de nîşan da ku AKP û dewleta Tirk dixwaze tola xwe ji gelê Kurd rake.” Endama Konseya Rêveber a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Leyla Agirî têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: “Em di vê mijarê de Pergala Îmraliyê û azadiya Rêbertiyê dixin rojeva xwe. Ji bo vê jî, ji aliyê birdozî û sîyasî de em vê pergala Îmraliyê dixin rojeva xwe. Li ser vê rojevê çalakiyên radîkal jî tên xwestin. Ev çalakiyên ku tên kirin bi wate ne, lê bersiva pêvajoyê nadin. Pêvajo radîkalbûnê dixwaze.”
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK)’ê Jiyan Lawa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, polîtîkayên AKP û serketina hilbjartinan nirxand. Lawa got, “Tecrîda li ser Rêber Apo û serketina HDP ya di hilbijartinan de nîşan da ku AKP û dewleta Tirk dixwaze tola xwe ji gelê Kurd rake. Dewletê ev pêşketinên Gelê Kurd hezm nekir. Ev diyar dike ku siyaseta AKP tekçî ye. Ji ber ku nikaribûn li ser Gelê Kurd pergala seroktiya Erdogan bi dest bixin, dixwazin ku bi tecrîdê tola xwe rakin. Herî dawî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî êrişa hevayî pêşxistin. Ji aliye siyasî û leşketî ve êrişên pir mezin hene. Ev ji bo demokratîkbûna hemû gelên Tirkiyeyê xetereyeke mezin e. Di hilbijartinan de derket holê ku hemû gelên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dijîn hêviyên xwe di HDP’ê de dibînin. Ev jî projeya Rêber Apo ku ji bo gelan diyarî kiriye. Ev şer û êrîşên ku îro li herêmê pêş dikevin, Rêber Apo pêşiya wan digre û hişyariyan dide. Divê hemû gelên li Tirkiyê dijîn, di ferqa van xetereyan de bin û li hemberî van xeteriyan bisekinin. Ger Dewleta Tirk îro dixwaze xwe ji van xeteriyan rizgar bike, riêa vê azadkirina Rêber Apo ye."
Endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Lawa û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û mijarên di rojevê de ne ji ANF’ê re nirxandin.
‘HEVDÎTIN NE BES E, AZADÎ DIVÊ’
Lawa, got pêvajoya ku gihanê hevdîtin têrê nakin, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were azadkirin. Lawa bal kişand ser xeteriyên ku bingeha xwe ji tecrîde digire û wiha dewam kir: “Ger Tirkiye naxwaze xwe bixe xeteriyê divê azadiya Rêber Apo pêk bîne. Ger dixwazin pêvajo bi rengekî azad bê meşandin, divê Rêber Apo ji nav şert û mercên zîndanê were derxistin û pêvajo pêş bikeve. Divê komîsyonên çavderiyê werin avakirin û pêvajo bi biryara meclîsê were misogerkirin. Em îro bi ti rengekî tecrîda li ser Rêber Apo napejirînin û hewldanên me ji bo azadkirina Rêber Apo ne. Gelê me di mijara azadiya Rêber Apo de pir hişyar û hesas e. Ger pêvajo nemeşe û azadiya Rêber Apo bi ser nekeve wê pêvajo bi xwe re şerek dijwar û windahiyên mezin bîne.”
‘AZADIYA JINAN BÊ AZADIYA RÊBERTÎ NABE’
Lawa têkildarî pêngava ‘Jin ji bo azadî û Rêbertiya xwe di nav çalakiyan de ne’ ya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) destpê kiribû diyar kir ku di çarçoveya vê pêngavê de jin li her derî di nav çalakiyan de ne û xeteriyên tecrîdê dibînin, lê ji bo çalaki bên berfirehkirin, divê li gorî ruhê pêvajoyê were destgirtin Lawa li ser vê mijarê jî wiha axivî: “Heta Azadiya Rêber Apo misoger nebe wê hemû jin di asteke herî jor de çalakiyên xwe pêş bixin. Ev pêngava ku jinan daye destpêkirin ji bo azadiya xwe û Rêbertiya xwe ye. Ev ji bo azadiya hemû jinan e. Divê hemû jin û gelên din jî di nav vê pengavê de cihê xwe bigrin. Divê jin li hundir û derveyî welat li her derê di nav van çalakiyan de cihê xwe bigrin û armanc û hedefên xwe diyar bikin.”
‘TECRÎD BINGEHA PERGALA ÎMRALIYÊ YE’
Endama Konseya Rêveber a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Leyla Agirî jî da xuyakirin ku bingeha rakirina tecrîdê bidawîkirina Pergala Îmraliyê ve girêdayî ye û wiha got: “Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe tecrîdê li ser Rêber Apo dimeşîne. Dewlet bi siyasetek pir qirêj û gemar vê tecrîd û îzolasyonê dimeşîne. Ev pergaleke taybet e û bi tenê ji bo Rêbertiyê hatiye sazkirin. Ev tecrîd ne di hiqûqê navneteweyî û ne jî di hiqûqê cîhanê de heye. Pergala Îmraliyê xetere ye û eyba sed sala 21’emîn e. Têkoşîna gel û jin ji bo derbaskirina vê pergalê ye û em ji derveyî azadiya rêbertî tiştekî napejirînin. Bingeha pirsgirêk û çareseriyan jî rakirina pergala Îmraliyê ye.”
'TECRÎD DIJBERIYA PERGALA HEVBEŞ E'
Agirî, anî ziman ku Rêberê gele Kurd ji bo Gelên Rojhilata Navîn projeyên hevbeş derxistiye holê û wiha dewam kir: “Rêbertî ji bo hemû civakên heyî yên Rojhilata Navîn analîzên pir kûr kir û rêya çareseriya pirsgirêkan nîşan da. Ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn Modernîteya Demokratîk pêşniyar kir û rêbazên wê derxist holê. Lewma pirsgirêka tecrîdê ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn qut nîn e û bi hev ve girêdayî ne. Em mêze dikin dema ku tecrîd giran dibe, şerê li Rojhilata Navîn jî, giran dibe. Ev jî parçeyek konsepta şerê hêzên derve ye. Ev xeteriyek li Rojhilata Navîn e. Ger hêzên demokratîk û xwedî wijdan hişyar bin, dikarin tecrîd û izolasyona ku li ser Rêber Apo tê meşandin bi hevbeşbûna têkoşîna xwe derbas bikin.”
Agirî, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin, bi sedemên derve û hundir ve girêdayî ne û wiha pê e çû: “Tecrîd bi plan û armanc tê kirin, ji bo ku gelê Kurd û Hêzên Demokratîk nebin hêz û ji bo Kurd statuya xwe bi dest nexin tê meşandin. Li Bakur jî berdewamkirina tecrîdê tê wateya şerekî dijwar. Ger rêbertî bikeve dewrê û mudaxeleyî vê bike, dikare pêşiya van xeteriyan bigre û aramiyê çêbike. Rêbertî mudaxeleyî pêvajoyê dike û rê li pêşiya pêvajoya çareseriyê vedike. Em di vê mijarê de Pergala Îmraliyê û azadiya Rêbertiyê dixin rojeva xwe. Ji bo vê jî, ji aliyê birdozî û sîyasî de em vê pergala Îmraliyê dixin rojeva xwe. Li ser vê rojevê çalakiyên radîkal jî tên xwestin. Ev çalakiyên ku tên kirin bi wate ne, lê bersiva pêvajoyê nadin. Pêvajo radîkalbûnê dixwaze. Ji bo vê jî saziyên navneteweyî û hemû sazî û dezgehên ku hene, divê li ser vê rewşê bikevin nav tevgerê û rola xwe bilîzin. Pergala Îmraliyê binpêkirina mafê mirovan e. Em li dijî pergala Îmraliyê ne û divê ku ev pergal ji holê rabe. Hemû hewldanên me ji bo rakirina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo ye. Rakirina Tecrîdê û azadiya Rêber Apo şertê me yê bingehîn û jênevegere. Em bi hemû rengan divê ku bikevin nav çalakiyan û dema ku bê xwestin divê em hinek saziyan dagir jî bikin û daxwaziyên xwe bidin pejirandin. Em êdî çalakiyên pasif û bê encam nakin û napejirînin. Çalakiyên me wê encamgir bin.”
‘JI BO TECRÎDÊ HÊZA XWE BIKIN YEK’
Agirî, wiha dawî li axavtina xwe anî: “Azadiya Rêbertî azadiya jinê ye. Lê ev gotin bi tenê ter nake. Bi giştî hemû tevgerên jin, sazî û kesayetên ku xwedî rol û berpirsyarî ne divê bi hev re çalakiyan pêş bixin. Ji ber ku tecrîd xeteriyeke û lîstikên hêzên derve yên li Rojhilata Navîn e. Lewma ji aliyekî ve çalakî pêşxistin û ji aliyeke din ve jî avakirina neteweya demokratîk tê çêkirin. Ji ber ku çalaki û avakirina pergala nû divê di nav hev de bên meşandin. Di pêşengtiya jina Kurd de, wê ev çalakî serketinê bi xwe re bînin û ji hemû jinan re bibin mal. Hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn bertekên demokratîk pêşxistin û azadiya rêbertî misogerkirin, tê xwestin. Ev jî wê bi hewldan û têkoşîneke xurt û hevbeş bi ser bikeve.”