Têkildarî qetilkirina Mistefa yê Kobanî 2 kesên din jî hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina welatiyê Kobanê Muhammed Mistefa de 2 kesên din hatin girtin. Bi van girtinên dawî re hejmara kujeran derket 4 kesan.

Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina welatiyê Kobanê Muhammed Mistefa de 2 kesên din hatin girtin. Bi van girtinên dawî re hejmara kujeran derket 4 kesan.

Li Edeneyê 4'ê Tîrmehê welatiyê Kobanê Muhammed Mistefa dema li ser karê çandiyê dixebitî rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê der barê qetilkirina Mistefa de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya qetilkirina Mistefa de herî dawî Musa Sevînç û Ozcan Sevînç hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barê li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê qediya her du kes derxistin dozgeriyê. Dozgerî piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê her du kes şand dadgehê. Heyeta dadgehê jî bi sedema "Bi zanebûn mirov kuştine" biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê. Bi girtina van her du kesan re hejmara kesên ji ber qetilkirina Mistefa hatin girtin derket 4 kesan.

Her wiha zarokê 17 salî A.S. ji ber qetilkirina Mistefa duh hatibû binçavkirin piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hat berdan.