Mayîna çeteyan ciwanek birîndar kir
Çeteyên DAIŞ’ê beriya ji herêmê birevin gelek mayîn bi cih kirin. Li gundê Til Mexas mayîna çeteyan teqiya û ciwanek birîndar bû.

Çeteyên DAIŞ’ê ku di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de ji herêmeke berfireh hatin derxistin, beriya birevin mayîn li gelek cihan bi cih kirin. Duh saet di 18.00’an de mayîna çeteyan li gundê Til Mexas a Til Temir bi cih kiribûn teqiya û di encamê de ciwanê 17 salî Mihemed Silêman El-Ezo birîndar bû. Ji ber mayînê her wiha ziyana madî di malên gundiyan de çêbû û agir bi zeviyên derdorê ket.
Hêzên Asayîşê û Sotoro berê xwe dan cihê bûyerê û agir tefandin.