Sê şervanên azadiyê hatin oxirkirin

Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê cenazeyên endamên hêzên erka xweparastinê Xelîl Şêxo û Azad Mehmûd, şervanê YPG’ê bi navê Amed Amûdê li Goristana Şehîd Îsmayîl ya bajêr spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê cenazeyên endamên hêzên erka xweparastinê Xelîl Şêxo û Azad Mehmûd, şervanê YPG’ê bi navê Amed Amûdê li Goristana Şehîd Îsmayîl ya bajêr spartin axê.

Bi sedan welatiyên herêma Amûdê û Serokê Desteya Xweparastinê ya Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Saroxan, Serokê Desteya Kar û Barên Şehîdan Rêzan Gulo û tabûra hêzên erka xweparastinê cenazeyên her du endamên hêzên erka xweparastinê yên  8’ê Hezîranê li Serêkaniyê jiyana xwe li dest dabûn û cenazeyê şervanê YPG’ê Amed Amûdê yê 6’ê Hezîranê li gundê Kenterî yê girêdayî bajarokê Silûkê jiyana xwe li dest dabû bi wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Îsmaîl.

Cenazeyê her sê şervanan ji ber Navenda tendirustiyê hate wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan berê xwe dan goristanê, piştî ku kerwanê wesayîtan gihişt goristanê cenazeyên her sê şervanan hilgirtin ser milan û derbasî goristanê hate kirin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê endamên hêzên erka xweparastinê ve hate lidarxistin. Piştre Serokê Desteya Kar û Barên Şehîda Rêzan Gulo, Serokê Desteya Xweparastinê Ebdilkerîm Saroxan û Meclîsa Gel A Herêma Amûdê Selman Şêxê axivîn.

Di axavtinan de sersaxî ji bo malbatên zarokên wan jiyana xwe li dest dayin hate xwestin û axaftvanan gotin, “Ev qehreman îro ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê cane xwe fedayî axa pîroz dikin û her bihostek axa Kurdistanê bi xwîna  pakrewanan hatiye rizgar kirin. Dewletên desthilatdar bi piştgiriyadayîna çeteyan re, êdî ti rê li pêşiya gelê Kurd nehiştiye ji derveyî rakirina çekan. YPG  hêzek xwe di Rojavayê Kurdistanê  de xwe îsbat kiriye û di cîhanê de hatiye naskirin.”

Piştî axaftinan nasnameya her sê şervanan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatên ku zarokên wan jiyana xwe dest dane soz dan ku ew ê ji doza zarokên xwe venegerin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên her sê şervanan bi tililiyên dayikan hatin oxirkirin.