Li Dêrsimê xebatên atolyeya sînemayê û mafê mirovan

Weqfa Çand û Hunerê ya Başak, di bin banê Navenda Çanda Ciwanan a Şaredariya Dêrsimê de xebatên ‘Atolyeya Mafê Mirovan’ û ‘Atolyeya Sînemayê’ ya 4 rojan da destpêkirin.

Ji bo 20 xwendekarên GKM’ê yên temenê wan di navbera 14-18’an de diguhere, di navbera 10-14’ê Tîrmehê de bername wê pêk bên û bi lîstikvan Derya Durmaz û derhêner Theron Patterson re wê senaryo bê avakirin, bingeha çêkirina fîlm wê bên fêrkirin. Xwendekar wê tecrubeya kêşandina kurte fîlmên xwe bijîn û di saya vê pêvajoyê wê xwe îfade bikin.

Koordînatora Weqfa Çand û Hunerê ya Başakê Belma Yildiztaş têkildarî xebatan de agahî dan û got xebatên atolyeyê sê rojan bi zarokan re û wê rojekê jî saziyên civaka sivîl re, tevahî 4 rojan bidome. Yildiztaş got xebat li 14 bajaran wê pêk bên û piştre civîna dawiya projeyê jî wê li Wanê pêk bînin. Yildiztaş wiha got: “Di encama xebatan di mijara binpêkirina mafan de wê zarok du kurtefîlman bikêşin. Di encamên projeyê de em ê li Wanê civînekê çêbikin. Di heman demê de fîlmên bên kişandin wê li hemû bajaran bên nîşandan. Armanca me ev e ku em zarokan di alî zanistî de pêş bixînin. Em hedef dikin bandorên ku binpêkirinên mafan diafirînin nîşan bidin.”