Der barê cînayeta Osman Kayar de 9 kes di bin çavan de ne
Di lêpirsîna ku der barê kuştina Kayar ê ku li Hezexê zêrkerî dikir hat amadekirin de 9 kes hatin binçav kirin.
Di lêpirsîna ku der barê kuştina Kayar ê ku li Hezexê zêrkerî dikir hat amadekirin de 9 kes hatin binçav kirin.
Di lêpirsîna ku der barê kuştina Kayar ê ku li Hezexê zêrkerî dikir hat amadekirin de 9 kes hatin binçav kirin. Beriya cînayetê di xwarinekê de sercerdevan Îş ê hat binçavkirin li gel fermandarekî qereqolê jî bal kişand.
Der barê dosyaya Esnaf Osman Kayar (23) ê li navçeya Şirnex Hezex li pêşiya deriyê mala xwe ji aliyê hin kesên rûgirtî ve hat qetilkirin, di çarçoveya dewama lêpirsînê de li navçeya Midyad û Nisêbîn ên Mêrdînê de 9 kes hatin binçavkirin.
Osman Kayar ê zêrkerî dikir 17’ê Hezîranê dema diçû mala xwe di êrîşa hin kesên rûgirtî ku ji wesayîteke bê plaqa peya bûn bi 21 guleyan birîndar bû. Êrîşkar dema Kayar birîndar kirin, zêrên ku di çenteyê hundirê wesayîta wî de digirin û ji cihê bûyerê direvin. Cîranan esnafê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê, lê tevî hemû mudaxaleyan jî nehat xilaskirin û jiyana xwe ji dest da.
‘9 KES DI BIN ÇAVAN DE NE’
Piştî şopandinên teknîkî yên di dosyaya lêpirsînê de, duh polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Hezexê li navçeyên Midyad û Nisêbînê bi awayekî hemwext girtin ser gelek malan kirin, bi sedema tevlî cînayetê bûne sercerdevan Nevzat Îş, hemwelatiyê Sûriyeyê Muhammed Otham, Omer Aslan, Mustafa Duzenlî, Ferhat Aslan, Halîl Denîz, Çetîn Etî, Abdullah Etî û Hecî Sîncar hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji kesên hatine binçavkirin 2 ji wan hîna cerdevan in, di serdegirtinan de 3 kalaşnîkof û gelek tifingên nêçîrê jî hatin desteserkirin.
‘PEYAMÊN DI TEVNA CIVAKÎ DE HATINE BELAVKIRIN Û ÇÊKIRINA WAN A GOŞTÊ MENQELÊ’
Tê îdîakirin ku di cînayetê de çekên cerdevanan hatine bikaranîn, Ji hinek ji peyamên di hesabê tevna civakî ya sercerdevanê Îş hatiye binçavkirin hat fêmkirin ku tevlî xwarina fitarê ya Waliyê Mêrdînê û Fermandarê Alayê yê dayik bûye. Di vîdeoyeke roja 14’ê Hezîranê de jî bersûcê cînayetê Îş û çend hevalên xwe li navçeya Midyadê li qereqolekê li gel fermandarê qereqolê goşt li ser menqêlê çêdikirin û dixwarin. Di axaftinan de fermandar diyar dike ku pêwîste ziyafetên bi vî awayî bêne dubarekirin.