Çekdarên El Şebab li Mogadîşû girtin ser du otelan

Hat diyarkirin ku çekdarên girêdayî rêxistina El Şebab a nêzî El Qaîdeyê li paytexta Mogadîşû ya Somalî girtine ser du otelan.

Li gor çapemeniya Somalî, çekdarên girêdayî rêxistina El Şebab girtine ser otelên Whliya û Siyaad. Hat ragihandin ku çekdarên di saeta vekirina fitarê de girtine ser otelan gelek kes kuştine.

Rayedarekî polîsan diyar kir ku di serdegirtinan de heta niha 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Tê diyarkirin ku mimkun e hejmara miriyan zêdetir be.

Her wiha di dema serdegirtina otelan de li hember qişleya hêzên Yekîtiya Afrîkayê ya li bajêr jî êrîşa bi hewanan pêk hat.