Ji bo dilsoziya bi Heskîfê re wê xwe bavêjin avê!
Ji bo Heskîfa ku dîroka wê 12 hezar sal e di bin avê de nemîne wê sibê saet 16.00’an li pêşiya pira dîrokî bi dirûşma, “Xwe avêtina mezin” hawirdorparêz bi komî xwe biavêjin Çemê Dîcleyê.

Hawirdorparêzan bi armanca protestokirina Bendava Ilisûyê bi dirûşma, “Xwe avêtina mezin” wê xwe biavêjin Çemê Dîcleyê, ji bo hestyariyê jî bang li gel kirin.
Der barê mijarê de Komeleya Dilxwazên Hawirdorê ya Êlihê daxuyaniyek da û got, “Wê sibe li Heskîfê ‘Xwe avêtina mezin’ a me ya Çemê Dîcleyê çêbibe. Ji bo Bendava Ilisû protesto bikin û ji bo zindîbûna wê biparêzin em ê bi komî xwe biavêjin Çemê Dîcleyê. Cih û saeta hevdîtinê: Destpêka Pira Heskîfê (serê sûkê), ji bo vê jî em hemû gelê xwe vedixwînin hestyarbûnê.”