Vedat Aydin li ser gora xwe hat bîranîn
Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê sala 1991’an li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hat girtin û qetil kirin li ser gora xwe hat bîranîn.
Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê sala 1991’an li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hat girtin û qetil kirin li ser gora xwe hat bîranîn.
Vedat Aydin ê dema Serokê Bajar ê Amedê yê Partiya Ked a Gelan (HEP)’ê bû ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hat girtin û qeti lkirin, li Goristana Deriyê Mêrdînê bi merasîmekê li ser gora xwe hat bîranîn. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, Gulten Kişanak, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel, Hevserokên DBP û HDP’ê yên bajêr, Serokê ÎHD’ê yê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, birayê Vedat Aydin Veysî Aydin, kurê wî Aydin û gelek kes tevlî merasîmê bûn.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYADER’ê Mehmet Yaşar axaftinek kurt kir û diyar kir ku li pêşiya têkoşîna Aydin a beriya 24 salan da destpêkirin bejna xwe ditewînin û wê xwedî li têkoşîna Aydin derkevin. Birayê Aydin Veysî Aydin jî da zanîn ku valatiya Aydin li pey xwe hiştiye 24 sal e nayê tijîkirin û wiha berdewam kir, “Beriya 24 salan komkujiya ku dixwestin li ser gelê Kurd pêk bînin li ser Vedat Aydin pêk anîn. Aydin ne kesekî ji rêzê hatibû hilbijartin. Pêşengî ji gelê Kurd re dikir. Ji ber vê yekê kesên dixwestin Aydin qetil bikin, dixwestin di kesayeta Aydin de gelê Kurd bitirsînin, bê vîn bihêlin.” Her wiha Veysî Aydin bibîr xist ku piştî Vedat Aydin 18 hezar kes hatin qetilkirin, Veysî Aydin diyar kir ku, pêwîste dewlet ji bo pirsgirêka Kurd lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.
Felat Aydin ê bavê xwe di temenekî biçûk de winda kir jî diyar kirin ku tenê bavê xwe ji vegotinên endamên malbatê û dostên bavê xwe nas dike û wiha got, “Destpêkê min digot bavek çawa dikare kurê xwe bihêle û alîkariya kesekî din dike. Lê dema ku ez mezin bûm min ji van gotinên xwe şerm kir. Bila çavên bavê min li paş nemînin, me ti ji malbatê û dostan nas kir. Bi têkoşîna bavê min re têkoşîna azadiyê îro gihiştiye qonaxeke girîng. Tenê pirsgirêk yekbûna her çar parçeyên Kurdistanê û bi yek dengî têkoşîn meşandin e.”
Piştî axaftinan qerenfîlên danîn ser gora Aydin û merasîm bi dawî bû.