Artêşa Tirk li Sêrtê operasyon pêk anî

Balafirên şer ên artêşa Tirk li qadên Çarçella û Avaşîn keşf pêk anîn. Artêşa Tirk bi gelek wesayîtên zirxî û helîkopterên Kobra operasyonek da destpêkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyonên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 10’ê Tîrmehê saet di navbera 14.30-16.30’î de li ser qadên Çarçella û Avaşîn tevgera balafirên şer a artêşa Tirk rû daye. Hat ragihandin ku ev tevgera hewayî li herêmên gerîla zêde bûye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Di navbera 10’ê Tîrmehê saet 14:30 û 11’ê Tîrmehê (îro) saet 10.00’an de li qadên Çarçella û Avaşîn, 10’ê Tîrmehê saet 14:00 - 23:00’an de li herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne.

10’ê Tîrmehê saet di navbera 08:00 - 19:00’an de li qada başûrê Mûşê, di navbera 10’ê Tîrmehê saet 15:00 û 11’ê Tîrmehê saet 04:00’an de li qada Yayladere ya Çewlikê, Di navbera 10 – 11’ê Tîrmehê saet 22:00 - 09:00’an de li ser qada Şehîd Şiyar a girêdayî navçeya Gole ya Erdexan pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne. Di navbera 10 – 11’ê saet 19:00 - 04:00’an de li ser qada Şehîd Baran a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê tevgera balafirên şer rû daye.

11’ê Tîrmehê saet 05:30'î Qereqola Tepê Sirya ya girêdayî Dihê ya Sêrtê ji bo çêkirina rêyên ewlekariyê yên nû û nuqteyên kontrolê kelûpel neqil kirin û xebatên xwe zêde kirine. Hêzên me yên gerîla ji bo ji bo xebatên wiha çênebin, ku gelek caran hişyarî jî kirine, artêşa Tirk van xebatan didomîne. Li ser vê yekê 4 kamyonên bar ji artêşa Tirk re tîne ji aliyê hêzên me ve hatin şewitandin. Li ser vê yekê artêşa Tirk bi tevlîbûna helîkopterên Kobra û wesayîtên zirxî operasyonek daye destpêkirin.

10’ê Tîrmehê saet di navbera 21:00 - 22:00’an de derdora Qereqola Êrîş ya girêdayî Qilaban a Colemêrgê bi çekên giran hatiye gulebarankirin.”