Di 6 mehan de 6 hezar û 912 binpêkirin mafan
ÎHD'ê rapora têkildarî 6 mehên sala 2015'an a binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê pêk hatin aşkera kir.
ÎHD'ê rapora têkildarî 6 mehên sala 2015'an a binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê pêk hatin aşkera kir.
ÎHD'ê rapora têkildarî 6 mehên sala 2015'an a binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê pêk hatin aşkera kir. Li gorî raporê di nava 6 mehan de 6 hezar û 912 binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin, 227 zarok hezar û 443 kes hatin binçavkirin, jê 21 zarok 325 kes hatin girtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku binpêkirinên mafan dikarîn bên astengkirin ûw iha got: "Berpirsiyarê mirinên li girtîgehan dewlet e." Bîlîcî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan pêk tê li dijî hiqûqê ye.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora 6 mehan a binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê pêk hatin bi civînekî çapemeniyê aşkera kir. Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, Nûnerê ÎHD'ê yê Kurdistanê Abdulselam, rêveberên ÎHD'ê Gazme Yalçin, Hatîce Demîr û Emîne Ermîn tevlî civînê bûn.
'TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'
Bîlîcî diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya du salin berdewam dike li ber nokteya rawestandinê ye. Bîlîcî anî ziman ku bi taybet di dema hilbijartinê de zimanê Serokomar bikaranîn civak li dijî hev anîn. Bîlîcî da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan careke din xistin dewreyê derî li şer vedike û wiha got: "Ji 5'ê Nîsanê heya niha bi Birêz Ocalan re hevdîtin nayê kirin. Tecrîd li dijî hiqûqê ye. Tecîrda li ser Birêz Ocalan li hemberî aştiya civakî gefekî mezin e." Bîlîcî bilêv kir ku piştî pêvajo hat rawestandin li hermê tevgera leşkerî û hewildanên provokatîf zêde bûn. Bîlîcî bal kişand ser polîtîkayên li hemberî Suriyeyê tên meşandin û îdîayên Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê bi bîrxistin.
'BINPÊKIRIN DIKARIN BÊN ASTENGKIRIN'
Bîlîcî da zanîn ku di nava 6 mehên sala 2015'an de îşkence, muameleyên xirab, azadiya raman, azadiya çapemeniyê, mafê çalakiyê, şîdeta li hemberî jin û zarokan, aborî û civakî û gelek qadên din de binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin. Bîlîcî bilêv kir ku ev binpêkirinên mafan dikarîn bên parastin.
'JI MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN DEWLET BERPIRSYAR E'
Bîlîcî destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan her diçe zêde dibin û girtiyên nexweş nayên darmankirin. Bîlîcî derberî kir ku li girtîgehan bi giştî 721 girtiyên nexweş ên jê 282 rewşa wan giran in hene û wiha axivî: "Ji mirinên heya niha li girtîgehan pêk hatin û yên dibe ku pêk bên berpirsiyar dewlet e."
33 JIN 12 ZAROK HATIN QETILKIRIN
Bîlîcî diyar kir ku şîdeta li hemberî jin û zarokan zêde bûye û di nava 6 mehan de ji ber şîdeta civakî û malbatî 33 jin hatin qetilkirin, 13 jin rastî îsîtmara zayendî hatin, 12 zarok hatin qetilkirin û 7 zarok jî rastî îstîmara zayendî hatin.
Bîlîcî anî ziman ku binpêkirinên li hemberî azadiya rêxistinbûnê, raman û îfadeyê berdewam dikin û di nava 6 mehan de 450 xwendekarên zanîngehê bi giştî 570 kes ji ber sedemên polîtîk rastî lêpirsînan hatin û derbarê 316 kesan de jî doz hatin vekirin û ceza hatin dayîn. Bîlîcî da zanîn ku di qada aborî û civakî de jî binpêkirinên mafan berdewam kirin û cînayetên kar, lêpirsînên îdar, sirgûn û ji kar dexistin pêk hatin.
Nûnerê ÎHD'ê yê Kurdistanê Abdulsselam Înceoren jî binpêkirinên mafên mirovan ên di raporê de cih girtin bi raya giştî re parve kirin.
Hin binpêkirinên mafên mirovan ên di raporê de cih girtin wisa ne:
*Kesên ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kuştin û birîndarkirin: 7 kesan jiyana xwe ji dest da 10 kes birîndarbûn.
* Kesên ji cerdevanan ve hatin kuştin û birîndarkirin: 2 kes hatin birîndarkirin.
*Ji ber şaştî û xemsariyên fermî mirin û birîndarbûn: 7 kesan jiyana xwe ji dest da kesk jî birîndarbû.
*Întîxarên jinan: 17 întîxar, 4 hewildanên întixarê
*Întîxarên zarokan: 15 întîxar, hewildanekî întîxarê
*Mirinên leşker û polîsan ên bi guman: 9 mirin, birîndarbûnek
*Kesên hatin binçvkirin: Jê 227 zarok 1443 kes hatin binçavkirin
*Girtin: Jê 21 zarok 325 kes
*Îşkence û muamelay xirab: 130
*Êrîşên bûyerên civakî: 44 birîndar û darp
*Lêpirsîn, doz û ceza: 332 kes
*Binpêkirinên li girtîgehan: 181
*Binpêkirinên li qada civakî û aborî: 770
* Hejmara binpêkirinên giştî: 6 hezar û 912