Wesayîta çeteyan hat rûxandin
Di çalakiyeke li Şengalê de wesayîteke çeteyan hat rûxandin.
Di çalakiyeke li Şengalê de wesayîteke çeteyan hat rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di 13'ê Tîrmehê saet di navbera 11:00 - 12:00 de hêzên gerîla li navenda Şengalê li dijî çeteyan çalakiyeke sûîqestê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.
HPG'ê diya rkir ku di heman saetê de hêzên gerîla li hemberî wesayîteke çeteyan çalakiyek lidar xistine û wesayît bi temamî hatiye rûxandin.