Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bibîr anîn. Li bajarên Lîmasol, Rotterdam û Essenê, merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bibîr anîn. Li bajarên Lîmasol, Rotterdam û Essenê, merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

LÎMASOL: Kurdistaniyên li Qibrsiê dijîn, li Komeleya Çanda Kurd a Teofîlos a li Lîmasolê civiyan û berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê bibîr anîn. Di bîranînê de hat gotin, "Em ê dilsozê bîarnîna şehîdan bin û heta rêya wan dane destpêkirin bi serketinê re tacîdar bikin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

ROTTERDAM: Li bajarê Hollanda Rotterdamê jî, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn. Di merasîma li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rotterdamê de Kurdistanî û dostên wan amade bûn.

Di axaftinên li bîranînê de hat ragihandin ku li hemberî polîtîkayên teslîmiyet û xiyanetê yên faşîstên 12'ê Îlonê li ser gelên Tirkiyeyê ferz dikirin, kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, bi bedena xwe li ber xwe dan û nîşan dan ku berxwedêr, oreşger û komunîst teslîm nayên girtin.

Di bîranînê de li ser berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê sînevîzyon hat nîşandan. Bîranîn bi qîrîna dirûşmeyên dilsoziyê, bi dawî bû.

ESSEN: Li bajarê Elmanya Essenê jî, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê bi beşdariya Kurdistaniyên li Essen û derdora wê dijîn pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre Mehmet Sûrûçlû yê di wê demê de li Zîndana Amedê bû, axivî. Sûrûçlû diyar kir ku berxwedêran gotine "Ev gel wê ji nû ve şîn bibe" û destnîşan kir ku ev yek beriya 33 salan li Amedê bi ser xistine. Bîranîn bi xwarina fitarê bi dawî bû.

...