‘Bavê min mirinek wiha heq nake’

Êzidiyên mexdurên şer ên li kampa Yenîşehîr a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dimînin, bi hinceta li kampên AFAD’ê nemane, deriyê nexweşxaneyên dewletê li wan hatin girtin û rojên zehmet dijîn.

Êzidiyên mexdurên şer ên li kampa Yenîşehîr a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dimînin, bi hinceta li kampên AFAD’ê nemane, deriyê nexweşxaneyên dewletê li wan hatin girtin û rojên zehmet dijîn. Yek ji nexweşan Xidirê Xelaf ê 92 salî ye û ji ber ku ji aliyê nexweşxaneyê ve nehat qebûlkirin, rewşa wî her diçe xera dibe. Kurê wî Rizdar Xidir Xelef ji ANF’ê re axivî û got: “Bavê min li ber çavên me dihele. Ez çawa li dijî vê êşa wî bêdeng bimînim. Bavê min mirineke wiha heq nake. Daxwaza min ji rayedaran ev e ku bavê min bê dermankirin.”

Xidirê Xelaf yê 92 salî yek ji nexweşê giran ê nayê dermankirin e. Di Tebaxa 2014’an de gundê wan ê li Şengalê bû hedefa DAIŞ’ê û niha jî rastî astengiya AKP’ê hatin. Bi hinceta ku li kampa AFAD’ê nemane nexweşxaneya dewletê Xelef qebûl nekir û niha jiyana wî di xetereyê de ye.

YÊN NEKARÎBÛN BIREVIN BÛN QURBAN

Gundê Siba Şêx Xidir yekem gundê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hedef hat girtibûn bû. Çeteyên di saetên sibê de ketin gund, hemû kes qetil kirin û yên man jî koçber bûn. Bi hezaran malbatên ji vê hovîtiyê reviyan ketin rêyan. Yek ji van jî malbata Xelaf bû. Rizgar Xidir Xelaf ku bavê xwe yên nexweş û extiyar heta sînorê Tirkiyeyê anî, şeva bi xof a salek berê hat jiyîn wiha vegot: “Şev saet 24.00’an bû. Li dora gund lambeyên erebeyan pêketîbûn. Dema agahî hat ku DAIŞ wê êrîşî gundê me bike, me agahî da qereqola pêşmergeyan. Ji me re gotin gund terk nekin, em ê bên alîkariya we. Di navberê de saetek derbas bû, êrîş nekirin. Me jî got wê êrîş nekin. Em razan. Saet di 03.00’an de em bi dengekî bilind hişyar bûn. Ji her derê deng dihat. Her kes direviya. Aloziyek mezin dihat jiyîn. Di wê navberê de bavê min li derve radiza. Min hema çû ew ji malê girt. Gule li ber deriyan diket. Mala cîranê me bi ser mala me de hilweşiya. Heta sibehê ev berdewam kir. Di saetên sibê de min dê û bavê xwe bi kamyonetê bir. Yên reviyan ji xwe reviyan yên nekarîbûn birevin jî bûn qurban.

EM TERKÎ MIRINÊ KIRIN

Nifûsa gundê me 19 hezar e. 5 hezar malê wê hebûn. Tevî ku me agahî da pêşmergeyan jî ne pêşmerge û ne jî hikûmeta navendî ya Iraqê hat cem me. Lê me ji pêşmergeyan re got em bi mirinê re rû bi rû ne. Me got ger hûn nekarin bên çekan ji me re bişînin. Lê gotin tişt nabe. Yanî em terkî mirinê kirin.

Min dê û bavê xwe bir mala birayê xwe yên li Şengalê. Lê DAIŞ’ê ew der jî dorpêç kiribû û em neçar man ji wir jî birevin û rêwîtiyek bi êş destpê kir. Min dê û bavê xwe girt û em hatin Zaxo. Nêzî 700 hezar Êzidî li wir bûn. Ji bo avê hev û din dipelçiqandin. Wek qiyametê bû. Me xwest em derbasî Duhokê bibin lê me bihist ku DAIŞ yên bigire serê wan jê dike dest dide ser jinan. Ji vir dîsa em vegeriyan Zaxo. Em li kampa Bacîde Kendala bicih bûn. Em ji van kampan veqetiyan hatin Roboskî. Em 8 saetan di rê de man. Em şevekê li Roboskî man û em şandin Amedê.”

BILA BAVÊ MIN DERMAN BIKIN

Xelaf diyar kir ku bavê wî beriya şer emeliyata prostatê bûye û lê piştî êrîşa DAIŞ’ê bavê wî ket nava nivînê û wiha pêde çû: “Her derê bavê min diêşe. Nekare xwe tev bide. Kîlo winda kiriye. Min bavê xwe bir Nexwexaneya Dewletê ya Şirnexê. Li wir serum û derzî lê xistin. Lê li Amedê nexweşxaneya dewletê qebûl nekir. Rewşa wî her diçe giran dibe.

Bavê min roj bi roj dihele. Em ji şer reviyan hatin vir. Ji ber mecburiyetê em hatin vir. Kampa Yenîşehîrê hembêza xwe ji me re vekir. Lê derfetên wan kêm in. Dewletê alîkarî da Sûriyeyiyan û nedan me. Bavê min vê heq nake, divê bê dermankirin.”

...