Nasnameya gerîlayekî 1993’yan jiyana xwe ji dest daye hat aşkerakirin
Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, diyar kir ku Zekî Akkûrt bi nasnav Rûbar ê li gundê Çelîk ê Kerborana Mêrdînê ji dayik bûye û sala 1989’an tevlî bûye Kanûna 1993’yan jiyana xwe ji dest daye.
ANF
BEHDÎNAN
şemî, 18 tîrmehê 2015, 07:05
Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, diyar kir ku Zekî Akkûrt bi nasnav Rûbar ê 1’ê Nîsana 1973’yan li gundê Çelîk ê Kerborana Mêrdînê ji dayik bûye û sala 1989’an ji Stenbolê tevlî bûye Kanûna 1993’yan jiyana xwe ji dest daye.
Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, nameyek ji malbata Akkûrt re şand û ji ber dereng agahî dane lêborîn xwest.
Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê got: “Hevrêyê me yê hêja Rûbar ê ewlad û xizmê we êş û astengiyên gelê me dijî dîtiye, ew di dilê xwe de bi awayekî kûr jiyaye û rêya bidawîanîna wan di tevlîbûna nav refên gerîla ya hêviya azadiyê ne dîtiye.” Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku Akkûrt serîrakirina li hember statuya koletiya dewletên mêtinger, gelê Kurdistan di nav de hiştiye, wek wezîfeyeke herî mirovî û exlaqî ya Kurdistanîbûn û exlaqî dîtiye, bi hesyariyeke mezin dengê wijdanê xwe guhdar kiriye, jiyaneke kurt lê wek mînaka fedakariyê nîşan daye.
Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, da xuyakirin ku Rûbar ê egîd û bi rûmet doza azadiyê ya gelê Kurd wek wateya yekane ya jiyana xwe dîtiye, heta roja jiyana xwe ji dest daye her kêlî ji bo gelê Kurd azad bijî û di nav mirovatiyê de cihê heq kiriye bigire bi fedakarî û hezkirineke mezin a ji gelê Kurd, welêt û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xebitiye.
Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê got: “Serê tevayî gelê Kurd û yê we sax be. Em dixwazin hûn zanibin ku em êşa we ji dil parve dikin û wek hevalên wî yên çekê, ji şehadeta hevrêyê me herî kêm bi qasî we em bi êş in dibînin. Em vê êşê bi hilgirtina çek û ala wî bi awayekî layiq hildigirin, di xeta hemû şehîdan de têkoşînê pêş dixin û bi vî awayî hewl didin sivik bikin. Em hêvîdar in hûn ferdên malbatê yên hêja jî şehadetê bi sebr û metaneteke mezin pêşwazî bikin û li ser heman rêgehê nêz bibin.” Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku ti gel bê berdêl negihiştiye azadiya xwe û jiyaneke bi rûmet heq nekiriye.
Di dewama nameyê wiha hat gotin, “Rêya herî rast a bidawîkirina êşan, bidawîkirina êşan bêmirinkirina şehîdan e. Wateya vê jî pêkanîna armancên bi wan ve girêdayî û hê zêdetir têkoşîn e. Her ku têkoşîn pêş bikeve, wê şehîdên me jî di dilê gelê me yê kûr de heta dawiyê bijîn.” Di nameyê de hat gotin ku ji bo malbat xwedî ewlad, bira û xizmekî qehreman wek Rûbar e çiqasî pê serbilind be kêm e.
Di nameyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd ê gelê herî qedîm ê dîrokê ye ji bo dixwaze bi ziman û çanda xwe bijî û pêşeroja xwe bi awayekî azad tayîn bike bi feraseteke serwer a hebûn û rûmeta wî tine dihesibîne û hewl dide ji holê rake re rû bi rû ye. Name bi van hevokan bi dawî dibe: “Divê bê bawerkirin ku li hember dijminê ku her gavên ji bo aştiyê lewazî dibîne, ji bo destê em dirêj dikin bişkîne êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me mahkûmî pêşerojeke bê rûmet bike heta ferdê me yê dawî em ê têbikoşin.”