Keça Seyîd Riza Leyla Aglar ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Keça Seyîd Riza Leyla Aglar li mala cem a li Dêrsimê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Cenazeyê Aglar ji bo were veşartin ber bi Agdatê ve hat şandin.
Keça Seyîd Riza Leyla Aglar li mala cem a li Dêrsimê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Cenazeyê Aglar ji bo were veşartin ber bi Agdatê ve hat şandin.
Keça Seyîd Riza Leyla Aglar li mala cem a li Dêrsimê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Cenazeyê Aglar ji bo were veşartin ber bi Agdatê ve hat şandin.
Di merasîma cenaze de nûnerên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Mafên Demokratîk (DHF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Kedê (EMEP), Partîzan, KJA; Hevşaredarên Dêrsim Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn, Hevşaredarên Perî Fadîme Çetînkaya û Haydar Çetînkaya, Parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, pîrên Elewiyan ên ji Stenbol, Bûrsa û Elezîzê û gelek welatî amade bûn.
Nimêja li ser cenaze, ji aliyê Pîrê Elewiyan Kadîr Bûlût ve bi Kirmanckî hat kirin.
'EM Ê TÊKOŞÎNÊ WÊ DEWAM BIKIN'
Keça Leyla Aglar Besîme Aglar li merasîmê peyivî û got, "Êşa me gelekî giran e. Diya min berî ku gora bavê xwe bibîne çû."
Alî Mûsa Aglar jî got, "Ez soz didim diya xwe ku em ê li doza wê xwedî derkevin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Destên me wê her tim bi sînga yên me qetilkirin ve bin. Diya min gelekî êş kişand, lê serî netewand, dest ji ti tiştî berneda. Em ê jî dest jê bernedin. Em ê têkoşîna diya min mezin bikin û xwedî lê derkevin."
Havşedara Dêrsimê Nûrhaya Altûn jî got, "Serê Dêrsimê û gelê Kurd sax be. Dayika Leyla berxwedana Pîrê me gihand van rojan. Êşa me mezin e, lê têkoşîna me jî ewçend mezin e. Dayika Leyla ji vê xakê hat, ber bi vê xakê ve diçe. Tu xweş razê Dayika Leyla, em ê têkoşîna Pîrê xwe mezin bikin."
'MIFTEYA WINDA YA ÇIYÊ LI CEM NEVIYÊN TE YE'
Yek ji neviyên Seyîd Riza endama Koma Aştiyê Aysel Dogan, ku dema nexweş bû ji girtîgehê hat berdan got, "Êşa me mezin e, lê hêviya me jî mezin e. Şîretên Dayika Leyla şîretên me ne. Em ê têkoşîna xwe ya ku Dayika Leyla gihand heta van rojan, mezin bikin. Mifteya winda ya çiyê li cem neviyên te ye. Tu xweş razê."