Kurdên li Ewropayê Fitre û Zekatên xwe ji bo Kobanê şandin
Ji ber zor û zehmetiyên ku di encama êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê de rû dane, Kurdistaniyên li Ewropayê îsal jî, Fitre û Zekatên xwe ji bo welatiyên Kobanê veqetandin.

Bi boneya meha Remazanê ya pîroz Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdistaniyên Ewropayê kiribû ku Fitre û Zekatên xwe yên îsal ji bo welaityên Kobanê veqetîne.
Der barê mijarê de, rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê cîhana Îslamî pîroz kir û ragihand ku Kurdên li Ewropayê bi hestiyareke mezin bersiv dane banga wan.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku bawermendên Kurd ên li gorî rastiya ola Îslamê tevgeriyan e, alîkariyên Fitre û Zekatên xwe, ji bo bişîne Kobanê radestî Heyva Sor a Kurdistanê kirin.
Rêveberiya Heyva Sor da zanîn ku nirxên hatine berhevkirin, di zûtirîn demê de wê bişînin Kobanê û ragihand ku ew ê encaman bi raya giştî re parve bike.
Herî dawî Heyva Sor a Kurdistanê malavahiya bawermendên Kurd ên li Ewropayê kir û ji wan xwest ku bi heman hestiyariyê alîkariyên Cejna Qurbanê ya îsal jî ji bo gelê Rojava veqetînin.