HPG: Artêşa Tirk bi şewitandina daristanan re xwezayê qetil dike
HPG'ê ragihand, ku tevgera artêşa Tirk dewam dike û di serî de li Botanê li gelek herêman bi şewitandina daristanan re xwezaya Kurdistanê qetil dike.
HPG'ê ragihand, ku tevgera artêşa Tirk dewam dike û di serî de li Botanê li gelek herêman bi şewitandina daristanan re xwezaya Kurdistanê qetil dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, ku tevgera artêşa Tirk dewam dike û di serî de li Botanê li gelek herêman bi şewitandina daristanan re xwezaya Kurdistanê qetil dike.
HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla û hewldanên qetilkirina xwezaya Kurdistanê, dewam dikin.
HPG'ê bibîr xist, ku ew ê li hemberî êrîşên artêşa Tirk bêdeng nemînin û got, "Li van êrîşan, qetilkirina xwezayê jî zêde bûye. Divê were zanîn ku êrîşên bi vî rengî jî bê bersiv nemînin."
HPG'ê da xuyakirin ku ji saet 21:00 ê 16'ê Tîrmehê heta 17'ê Tîrmehê (îro) artêşa Tirk li herêma Heftanîn û xeta sînor bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev tevgera hewayî li qadên gerîla zêde bûye û ev agahî hat dayîn: "Di 16'ê Tîrmehê saet di navbera 06:00 - 16:00 de li herêma Metîn, saet di navbera 11:00 - 13:00 û 18:00 - 22:00 de li herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin, di 17'ê Tîrmehê saet di navbera 02:00 - 03:00 de balafirên şer li ser herêma Metîna geriyane.
Di 16'ê Tîrmehê saet di navbera 13:00 - 15:00 de li herêma Kîrekor a Îdirê, ji saet 20:00 ê 16'ê Tîrmehê heta saet 01:00 ê 17'ê Tîrmehê li herêmên Çirav û Gabarê yên Botanê, artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye."
LI CÛDÎ ŞEWAT
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di 16'ê Tîrmehê saet di 03:00 de ji qereqola Bespîn a li herêma Cûdî derdora gundê Herbolê hatiye gulereşandin û ji ber vê yekê şewat derketiye. Navendê diyar kir ku heman rojê saet di 19:00 de ji qereqola Dogan a li Cûdî, qada Girê Elî bi obus, hawan û çekên giran ên A4 hatiye bombekirin.
LI BAZÎDÊ OPERASYON
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 15'ê Tîrmehê saet di 19:00 de li herêma di navbera navçeya Agirî Bazîdê û gundê Çîftlîkê de, bi desteka maşînên zirxî operasyon hatiye destpêkirin û hat gotin, "Gerîlayên me yên zû bi operasyonê hesiyan, bi çekên giran û ferdî derbên xweş li maşînên zirxî xistin û artêşa Tirk neçar maye xwe vekişîne."
BI KINCÊ GERÎLA RE ZEXT LI GEL TÊ KIRIN
Navendê da zanîn ku li navçeya Bedlîs Tetwanê, komekê kincê gerîla li xwe kiriye û zext li gelê li Çiyayê Nemrûdê koçeriyê dikin, kiriye.
DI NAVBERA PASTARÊN ÎRANÊ Û GERÎLAYAN DE ŞEREKÎ ŞEREKÎ DEMKURT
Navendê der barê tevgera pastarên Îranê de jî ev agahî da: "Di êvara 15'ê Tîrmehê de li herêma di navbera navçeya Wan Elbakê û bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê de, pastarên Îranê kemîn danîn pêşiya gerîlayên HPG'ê yên bi wezîfeya xwe radibûn. Di navbera gerîlayên bi kemînê hesiyan û pastaran de ji bo demeke kurt şer derket.
Artêşa Îranê di 16'ê Tîrmehê de li qada Şehîdan a herêma Xakurkê dest bi operasyonekê kir û ev operasyon hînê dewam dike."