Gel, hewl dide şewata leşkeran derxist vemirîne

Şewata du roj berê li Çiyayê Cûdî ji ber topbarana Tabura Sînor a Çalişkan a li Şirnexê destpê kir, welatî û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz hewl didin ku şewate vemirînin.

Şewata du roj berê li Çiyayê Cûdî ji ber topbarana Tabura Sînor a Çalişkan a li Şirnexê destpê kir, welatî û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz hewl didin ku şewate vemirînin. Sariyildiz bertek nîşanî bêdengiya rayedarên dewletê da û wiha got: "Dewlet ji bo şewata ku bi xwe derxistiye tiştekî nake. Ger ev şewat li cihek din ê Tirkiyeyê bûya wê dewlet seferber bibûya."

Li Çiyayê Cûdî ji ber topbarana Tabura Sînor a Çalişkan a li nêzî gundê Çalişkan a navçeya Silopiya ya Şirnexê destpê kir, ji ber ba her ku diçe mezin dibe. Şewata ku ev 2 roj in berdewam dike tevî hemû bangawaziyên welatiyan hê jî rayedarên dewletê li hemberî şewatê bêdengiya xwe diparêzin. Her wiha welatiyên herêmê hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin.

Ji ber agir bi sedan donum erd şewitî, sewalên li herêmê jî telef bûn. Wesayîtên Şaredariya Şirnexê û navçeyên wê ji ber şert û mercên eraziyan nikarin xwe bigihînin cihê şewatê, ji bo pêşiya şewatê bigirin li herêmê dest bi kolandina xendekan kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi welatiyên herêmê re hewl didin şewatê vemirînin.

Sariyildiz da zanîn ku şewat bi awayekî zanebûn ji aliyê leşkeran ve hatiye derxistin û wiha got: "Dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Ger ev şewat li cihek din ê Tirkiyeyê bûya wê dewlet bi hemû derfetên xwe seferber bibûya."

Sariyildiz anî ziman piştî hewldanên wan ên demdirêj xwe gihandine Waliyê Şirnexê û wiha pêde çû: "Di hevdîtinê de Walî got ku wê bi balafiran şewatê vemirînin. Lê heta niha em nebûne şahidê tiştek wisa. Em dizanin ku dewlet mudaxeleyî şewatên ku li Kurdistanê derdixe nake.

WELATÎ WÊ ŞEVA XWE LI ÇIYAYÊ CÛDÎ DERBAS BIKIN

Sariyildiz bang li hemû gelê Şirnexê kir ku ber bi Çiyayê Cûdî ve biçin, tevlî xebatên vemirandina şewatê bibin û wiha axivî: "Divê hemû kes li hemberî qetlîama xwezayê seferber bibin. Heta şewata li vir nekeve bin kontrolê em ê ji vir neçin. Welatî wê şeva xwe li Çiyayê Cûdî derbas bikin."