YPG/YPJ herêmên krîtîk dixe bin kontrola xwe

Hêzên YPG/YPJ’ê, cihên ku çeteyên DAIŞ wek rêyên biryargeh û teqwiye bikar tînin, dixe bin kontrola xwe. Şervanan santrala elektrîkê ya herî mezin a herêmê bi dest xistin.

Şervanên YPG/YPJ’ê kursa ajokaran a navneteweyî ya çeteyên DAIŞ’ê ji leşkerên rejîmê stendibû û di navbera Reqa-Hesekê de ye bi dest xistin. Bi vî awayî êrîşên li hember Hesekê kêm bûn. Wesayîta teqwiyeyê ya çeteyan a li kursa ajokaran û 4 kîlometre dûrî gundê Ebyad ji aliyên hêzên YPG/YPJ’ê ve hat rûxandin.

Şervanên YPG/YPJ’ê bi operasyona ji sê milan ve santrala elektrîkê ya herî mezin a li ser rêya Dêra Zor û Şeddaî azad kirin. Qada santrala elektrîkê lê ji aliyê çeteyan ve wek rêya teqwiyeyê dihat bikaranîn. 

...