Ji TEV-DEM’ê daxuyaniya ji bo 19’ê Tîrmehê

Tevgera Civaka Demorkatîk (TEV-DEM) şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û banga parastina destketiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû aliyan kir û ji koçberan xwest vegerin û xebatên veguhertina demokratîk de cih bigrin.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi boneya 3. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand. TEV-DEM’ê di daxuyaniye xwe de got ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ezmûna rastî ya pêkhateyên Rojava ya ji bo veguhertina rast a ber bi demokrasiyê ye.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wihaye: “Di dema ku hêz digihêjin hev da ku saziyên demokratîk li Rojava avakirin, di dema ku berxwedana dîrokî û qehremanyan ya dîrokî tê destnîşankirin, salvegera 3. Şoreşa 19’ê Tîrmehê tê pêşwazîkirin. Di vê demê de berpirsyarên hêzên li demokrasiyê digerin zêde dibe. Soza me di destpêka şoreşê de girtiye ser xwe em îro soza xwe careke din bi dayik û bavê şehîdan re dubare dikin ku  em destketiyên Şoreşa Rojava biparêzin û dewlemend bikin. Me soz daye ku em ê hêza xwe ya madî û manewî bixin xizmeta Şoreşê û pêşxistina wê de.

Di dema em pîrozbahiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê li dar dixin, em careke din hêzên gelan û îradeya wan a ji bo avakirina welatekî demokratîk û meşa ber veguhertinê de tînin bîra xwe. Bi taybet di dema ku gelê me riya xwe ya rast û durist vedibêjêre û şoreşa xwe lidar dixe.

Şoreşa Rojava û bi taybet Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû rêya rast a veguhertina demokratîk a di herêmê de û tevî hemû zehmetiyan jî di rewşa heyî de aliyên Sûriyeyê dijîn ku gelek aliyan li nirxandinên cuda dikirin, gelek alî û rewşên cuda di Sûriyeyê û herêmê de derketin. Gelek hêzên navneteweyî û herêmî dixwazin gelê Sûriyeyê bikevin şerekî bi xwîn ê demdirêj. Gelên herêmê yên şoreş dan destpêkirin ti carî ev tişt ne dixwestin, lê belê dixwestin azadî û rûmeta xwe biparêzin.

Di rewşa Sûriyeyê de hêviyên veguhertinê kêm bûn, di encama siyasetên rejîma Baas û kuştina gelê Sûriyeyê, her wiha nêrîn û nirxandinên şaş ên muxalefeta Sûriyeyê ya xwe spart hêzên derve ku di heman demê de dostên rejîmê bûn. Ji ber vê yekê dengê gelê Sûriyeyê nehat bihîstin. Di vê demê de gelê Kurd û di 19’ê Tîrmehê bi hêza xwe û îradeya xwe li dijî hemû hêzên desthildar û îstixbaratên rejîmê serî hilda û ji Kobanê destpê kir, hêzên rejîmê ji herêmê derxist, paşê hemû bajarên Rojava hatin rizgarkirin.

Bi vê yekê gelê Rojava ji hemû cîhanê re isbat kir ku rêbaz û rêyek din ji şoreşê re heye. Şoreş bi rizgarkirina hin bajaran sînordar nema, lê belê şêwazî nû hemû hêzên cîhanî û yên herêmî matmayî hişt. Tevî ku wan hêzan bi israr xwestin bidin nîşandan ku tenê hêzên leşkerî dikarin guhertinê çêbikin.

Di çarçoveya serketinên şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi berxwedana gelê Rojava yê qehreman pêk hatiye. Di vir de pêwîste em berxwedana gelê xwe yê qehreman silava bikin. Armanca şoreşê avakirina sîstemeke demokratîk ku aştiya civakî biparêze. Vê yekê şoreşa 19’ê Tîrmehê cûda kir. Ji destpêka rizgarkirina Kobanê û heta roja îro sazî bi awayekî saxlem hatin avakirin. Tevlî hemû hewldanên provaksiynan jî şoreşê aştiya nava civakê prat û bi hemû rêbazan bersiva komên terorîst da. Di nava sê salan de bersiva hemû êrşên DAIŞ’ê û hêzên piştgiriya wan dikin hate dayîn. Her dem banga avakirina hêzên xweparastinê hate kirin, hêzên parastina civakê bi hemû pêkhateyên xwe hate avakirin.

Destketiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê yên siyasî, civakî, ewlekarî û xizmetî bala hemû kesî kişand ser xwe. Bi hezaran gelê Sûriyê berê xwe dan Rojava û li herêmên wê bi cih bûn. Niha di Rojava de nêzî milyonek koçberên Sûriyê yên ji bajarên din jiyan dikin, her wiha bi hezaran koçberên Şengalê jî hene û bi biratî di herêmê de jiyan dikin.Em wekî TEV-DEM’ê şoreşa Rojava wekî rastiya Rêveberiya Xweseriya Demokatîk dinirxînin û wekî hêvî û daxwazin gelan digirin dest, em destnîşan dikin û dibêjin şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê şoreşa Rojava ye lê belê şoreşa hemû gelê Sûriyê ye. Şoreşa 19’ê Tîmehê jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyên herêmê pêk anî, her wiha partiyên siyasî û rêxistinên civakî gihandin hev. Bi vê boneya em bang li hemû koçberan dikin ku vegerin welatê xwe û di siyasetên avakirin û veguhertina demorkatîk de cihê xwe bigirin.”

Di dawiyê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku her dem şehîdên rûmetê bibîr bînin, em careke din soz didin ku em ê li gorî nirxên şoreşa û pêdiviyên civakê tevbigerin, em bang li hemû aliyan dikin ku di parastina destketiyên şoreşê de cihê xwe bigirin.”