33 şervanan dewreya perwerdeyê qedandin û tevlî YPG’ê bûn
Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Rûken a beriya 2 mehan bi beşdariya 33 şervanan hatibû destpêkirin, bi merasîmekê bi dawî bû.
Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Rûken a beriya 2 mehan bi beşdariya 33 şervanan hatibû destpêkirin, bi merasîmekê bi dawî bû.
Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Rûken a beriya 2 mehan bi beşdariya 33 şervanan hatibû destpêkirin, bi merasîmekê bi dawî bû. Beriya du mehan Akademiya Şehîd Xebat a Leşkerî dewreya perwedeyê bi beşdariya 33 şervanên nû dabû destpêkirin. Di dewreya ku bi navê Şehîd Rûken hatibû destpêkirin, dersên leşkerî û birdozî hatin dayîn. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Piştî merasîma leşkerî û rêzgirtinê şervanan soz dan, nasnameyên xwe yên leşkerî wergirtin. Piştî rêveberiya Akademiya Şehîd Xebat civîn ji şervanan re li dar xist û rewşa Rojava û Sûriyeyê ya leşkerî û siyasî ji şervanan re vegot. Rêveberê Akademiyê da zanîn ku hêzên YPG’ê destketiyên mezin bi dest xistine û îspat kiriye ku ew hêza tekane ya şerê çeteyên DAIŞ’ê dike, mafê hemû pêkhateyan diparêze û ji şervanan xwest ku li gorî rewşa şoreşa Rojava ya ketiye sala xwe ya 4’emîn de tevbigerin, bi hemû hêza xwe destketiyên şoreşê biparêzin.
Di dawiya merasîmê de şervanan stran gotin û govend gerandin.