Dayikan li pişt têlên sînor cejna zarokên xwe pîroz kirin

Dayikên zarokên wan li Rojava şervanên YPG/YPJ’ê ne, ji ber ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinar heta roja Yekşemê girtiye, nikarîbûn derbasî Kobanê bibin. Lê li pişt têlên sînor jî cejna zarokên xwe pîroz kirin.

Dayikên zarokên wan li Rojava şervanên YPG/YPJ’ê ne, ji ber ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinar heta roja Yekşemê girtiye nikarîbûn derbasî Kobanê bibin. Lê li pişt têlên sînor jî cejna zarokên xwe pîroz kirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya ji 300 dayikan, ji bo cejna zarokên xwe yên di nav refên YPG/YPJ’ê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û şervanên din pîroz bikin xwestin derbasî Kobanê bibin, ji gelek bajaran ketin rê û gihiştin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Dayik li ber deriyê sînor ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin astengkrin. Ji dayikên ji bo derbasî Kobanê bibin bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn hat gotin ku derî heta roja Yekşemê girtiye.

Lê belê dayikan ji rayedarên Tirk bawer nekirin û xwe gihandin rayedarên Kantona Kobanê. Rayedarên Kobanê piştrast kirin ku derî ji her dûa liyan ve hatiye girtin.

Dayikên ku nikarîbûn derbasî Kobanê bibin neçar man li deriyê sînor daxuyaniyê bidin. Lê  polîs û leşkeran  destûr neda. Dayik ji ber rastî astengiyan, ji deriyê sînor veqetiyan, derbasî Taxa Etmanek a li ser xeta sînor ku herêma Kaniya Kurdan a Kobanê dibîne daxuyanî dan.

Dayika Aştiyê Hava Kiran, cejna hemû berxwedêran û gelê Kobanê yê rastî zilm û qetlîama çeteyên DAIŞ’ê ma pîroz kir. Li ser navê dayikan endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiya a Şirnexê Şemsê Kara jî wiha axivî: “Îro roja destpêkê ya Cejna Remezanê ye, lê em hê cenazeyên ciwanên xwe pêşwazî dikin. Her roj bi dehan birîndar tên. Em îro ji rêyên pir dûr hatin û me xwest cejna zarokên xwe û gelê Kobanê pîroz bikin. Dewletê weke her carê dîsa astengî derxist û rêya me qut kir. Ji dayikan ditirsin, ji miriyên me û cenazeyên me ditirsin. Ji me ditirsin lê hevkariya DAIŞ’iyên hov ên komkujiyan dikin, sere zarokên biçûk jê dikin, tecawuzî jinan dikin û wan difiroşin re jî hevkariyê dikin. Pêwîst e dewlet hê dereng nebûye gavan biavêje, dost û dijminê xwe baş ji hev derxe.”

Dayikên Aştiyê piştî daxuyanê vegeriyan navenda navçeya Pirsûsê, ji vir jî dîsa ber bi bajarên jê hatine ketin rê.