Li Hesekê ji du milan ve operasyon
Li Hesekê hêzên YPG’ê pêşve diçin û derbên giran li çeteyan dan, li Kobanê jî êrîşên hemwext ên çeteyan hatin şikandin.
Li Hesekê hêzên YPG’ê pêşve diçin û derbên giran li çeteyan dan, li Kobanê jî êrîşên hemwext ên çeteyan hatin şikandin.
Li Hesekê hêzên YPG’ê pêşve diçin û derbên giran li çeteyan dan, li Kobanê jî êrîşên hemwext ên çeteyan hatin şikandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên 24 saetên dawî li Hesekê û Kobanê rû dane daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
“Operasyonên hêzên me yên li hember çeteyên hew ldidin navenda Hasekê dagir bikin dabûn destpêkirin, berdewam dikin.
Hêzên me şevê din bi du aliyan ve operasyon birin ser komên çeteyên ku di navende bajara Hesekê xwe bi cih kiribûn.
Baskê yekemîn ji milê Girtîgeha Zarokan rêketin û gundê Tal a hedef girtin. Li vê qadê di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûnên dijwar hatiye jiyîn. Di van pevçûnên ku hejmara kuştî û birîndarê çeteyan nehatiye zelalkirin de hêzên me 4 termê çeteyan bi dest xistin.
Baskê duyemîn jî ji Taxa Ezîziyê bi rê ket û ber bi başûrê Hesekê pêşve çûn. Di encama vê operasyonê de gundê Fellah a ku li vê herême ye ji çeteyan hatiye paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiya zelalkirin.
KOBANÊ
Di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên me yên ku li başûr û rojhilatê Kobanê operasyona xwe berdewam dikin pevçûnên nû rû dane.
Şevê din komên çeteyan bi awayekî hemwext li dijî gundên Qilhaydê, Sîna, Erganê, Nurelî û Sepeta Ereban a başûrê Kobanê bi çekên giran û topên hewanan ve êrîşek li dar xistin. Di van êrîşan de windahiyên can çenebûne û hêzên me bi heman astê bersiva çeteyan dane.
Şevê din komên çeteyan êrîş birin li ser gundê Fatfê ya li rojhilatê Kobanê. Piştî destwerdanê hêzên me li qadê pevçûnek hatiye jiyîn. Di van pevçûnan de bi qasî hatiye zelalkirin 5 çete hatine kuştin. Li vê qadê tevî 2 termên çeteyan 2 dûrbînên termal jî ketine destê hêzên me.
Şevê din li hember gundê Nestel a 24 km rojavayê bajaroka Mebrûka êrîşek hatiye lidarxistin. Komek çeteyan a ji 3 kesan pêk dihat, hewldana bikevin gundê Nestel ku 500 metre dûrî sînor e. Hêzên me bi ser vê komê de girtin û li vir pevçûnên dijwar rû dan. Piştî van pevçûnan çeteyek hatiye kuştin, çetekî din jî sînor qut kir û rêviya. Operasyona hêzên me ya bi armanca çeteyê din ê birîndar bû û xwest bireve bigirin berdewam dike.ˮ