Walî Kuçuk: Êrîşeke xwekujî ye, 28 mirî hene

Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk têkildarî êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'ê ya Pirsûsê de daxuyanî da û got ku êrîş, êrîşeke xwekujî ye û ev yek zelal bûye.

Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk têkildarî êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'ê ya Pirsûsê de daxuyanî da û got ku êrîş, êrîşeke xwekujî ye û ev yek zelal bûye.

Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk diyar kir ku êrîşa li Pirsûsê êrîşeke xwekujî ye û ev yek teqez e. Qalî Kuçuk anî ziman ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest da 28 kes in û têkildarî kesên êrîşa xwekujî pêk anîn jî wiha got: "Êrîşa xwekujî ye lê 18 salî ye ne diyar e? Hêzên me hê lêkolînan dikin. Bûyer gelek zindî ye. Kî ye, nasnameya wî çi ye, der barê wê de ti agahî tinene. Ekîbên lêkolîna cihê bûyerê, hêzên ewlehiyê lêkolînan dikin. Dema zelal bû em ê ji raya gişt re aşkera bikin."

Kuçuk da zanîn ku heya niha ti kes têkildarî bûyerê de nehatiye binçavkirin.