Leşker û Polîsan li Pirsûsê êrîşî gel kirin
Girseya gel a li ber Navenda Çandê ya Amara civiya, rastî êrîşa bi bombeyên gazê ya polîs û leşkeran hat.

Li Pirsûsê ku ji kêliya bombe teqiya û pê ve derabeyên dikanan hatin girtin, girseya gel berê xwe da Navenda Çandê ya Amara û êrîş protesto kir. Lê belê polîs û leşkeran êrîşî girseya gel kirin.
Polîs û leşkeran bi TOMA û maşînên zirxî êrîş kirin. Girseya gel jî bi qîrîna dirûşmên "Kujer AKP", "Şehîd Namirin" bersiv da êrîşê.
Tevî êrîşa leşker û polîsan jî girseya gel ji ber Navenda Çandê ya Amara naçe.