Şahidê bûyerê Garîp Çelîk, kêliya teqînê vegot
Derhênerê Kurd Garîp Çelîk dema êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê pêk hat dîmen dikişand, ji ANF’ê re axivî. Çelîk diyar kir ku teqîn di nav koma ku daxuyaniya çapemeniyê dida pêk hat.
Derhênerê Kurd Garîp Çelîk dema êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê pêk hat dîmen dikişand, ji ANF’ê re axivî. Çelîk diyar kir ku teqîn di nav koma ku daxuyaniya çapemeniyê dida pêk hat.
Derhênerê Kurd Garîp Çelîk dema êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê pêk hat dîmen dikişand ji ANF’ê re axivî. Çelîk diyar kir ku teqîn di nav koma ku daxuyaniya çapemeniyê dida pêk hat. Çelîk anî ziman ku êrîş organîzekirî û bi profesyonelî hatiye kirin û bal kişand ser DAIŞ’ê.
TEQÎN DI NAV GIRSEYÊ DE PÊK HAT
Derhênerê Kurd Garîp Çelîk bi Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF)’ê re ji Stenbolê ket rê. Çelîk ê ji bo kişandina belgeselê xwest derbasî Kobanê bibe, tiştên rû dan wiha vegot: “Serê sibehê me li navenda Çandê ya Amara taştê xwar. Paşê ji bo karûbaran fermî em ê derbasî qeymeqamiyê bibûna. Fotokopiyên nasnameyan hatin komkirin û ji bo agahdarkirina girseyê li ber Navenda Çandê ya Amara kombûn çêbû û daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Min wê kêliyê li cihê çapemeniyê dîmen dikişand. Di navbera me û girseyê de 2-3 metre hebû. Dema li ser dabeşkirina karê li Kobanê axaftin hat kirin û daxuyanî bi dawî bû, teqîneke tirsnak rû da. Teqîn ewçend dijwar bû, ling, dest û mil di ser serê me re firiyan. Cesed parçe parçe bûbûn. Li her derê birîndar û bedenên parçebûyî hebûn."
'POLÎSÊN KU BI BALDARÎ LI HEMÛ OTOBUSAN GERIYAN, OTOBUSA ME NESEKINANDIN'
Çelîk anî ziman ku teqîn di navenda girseya gel a ji bo dayîna daxuyaniyê kom bûbû rû daye û bi teqînê re mirov ji cihê xwe pengizîne. Çelîk got, "Behsa şexsekî 16 salî yê ketiye nava girseyê dikin."
Çelîk diyar kir ku çi ecêb e polîs di dema teqînê de ne li cihê bûyerê bûn û piştî teqînê yekser hatine cihê bûyerê û êrîşî gel kirine. Çelîk da zanîn ku ambûlans jî gelekî dereng hatine, lewma gelek birîndar bi wesayîtên sivîl rakirine nexweşxaneyê. Çelîk da xuyakirin ku ew di otobusa destpêkê ya gihaşt Pirsûsê de bû, otobusa wan nehatiye sekinandin, lê belê otobusên piştî wan ji aliyê polîsan ve bi baldarî hatine kontrolkirin û got, "Vê yekê bala min kişand. Ev girîng e."
Çelîk ragihand ku ev êrîş profesyonel û organîzeyî ye û anî ziman ku di vê teqînê de wî gelek nasên xwe winda kiriye. Çelîk got, "Me hevalên xwe yên di heman otobusê de bû, ji dest dan."