Ciwanên Azad êrîşa li Pirsûsê şermezar kir

Ciwanên Azad êrîşa bombeyî ya li hemberî endamên SGDF, ku ji bo tevlî karê avakirina Kobanê bibin çûn Pirsûsê, şermezar kir.

Ciwanên Azad êrîşa bombeyî ya li hemberî endamên SGDF, ku ji bo tevlî karê avakirina Kobanê bibin çûn Pirsûsê, şermezar kir. Ciwanên Azad got, "Me bi hêzên sosyalîst û enternasyonalîst re Kobanê parast û em ê bi hev re ava bikin. Hikûmeta AKP'ê çi dike bila bike, em ê bi ser bikevin. Ji ber ku em mafdar in."

Ciwanên Azad bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bi hevkariya AKP, DAIŞ û dewleta Tirk re hewl tê dayîn bêhn li neteweya demokratîk bê çikandin. Ciwanên Azad diyar kir ku yek ji hêzên avakirian neteweya demokratîk û hêza pêşeng a civakê ciwan îro li Pirsûsê hat qetilkirin û got, "Hêzên ku nikarin xwe li bicihhatina paradîgmaya Rêberê me û wergirtina desteka hêzên sosyalîst û enternasyonalîst rabigirin, hêzên namerd xistine nava tevgerê. Endamên Federasyona Ciwanên Şoreşger ên Sosyalîst, dema ji bo avakirina Kobanê çûn Pirsûsê, li Mala Çandê ya Amara hatin qetilkirin."

Ciwanên Azad da xuyakirin ku AKP-DAIŞ û efendiyên wan careke din nîşan dane ku ji hêza ciwanan ditirsin û ragihand ku bi qetilkirina hêza avakirina jiyana nû re hewl dan jiyanê bikujin.

Ciwanên Azad got, "Lê belê bila hikûmeta AKP û alîgirên wê vê baş bizanibin; bi mirinê re em zêde dibin. Em şopdarên Kemalan, Xeyriyan, Akîf, Alî û Îbrahîman e. Me bi hêzên sosyalîst û enternasyonalîst re Kobanê parast û em ê bi hev re avakirin. Hikûmeta AKP'ê çi dike bila bike, em ê bi ser bikevin, ji ber ku em mafdar in. Heta ku hikûmeta AKP'ê hesabê komkujiyê bide, destê ciwanan wê li sînga AKP'ê be." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta ciwanên sosyalîst û mirovahiya enternasyonalîst hebe wê DAIŞ, hikûmeta AKP û dewleta Tirk negihêje armancên xwe.