Li Mêrdîn û navçeyên wê komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin

Bi pêşengiya rêxistinên DBP û HDP'ê yên Mêrdînê, li bajar û navçeyên wê, komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin.

Bi pêşengiya rêxistinên DBP û HDP'ê yên Mêrdînê, li bajar û navçeyên wê, komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'yî yên li Pirsûsê, rêxistinên DBP û HDP'ê yên Mêrdînê li Parka Karayolû daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de tevî rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mêrdîn û navçeya Artûklû, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Serokên Daîreya Bajarê Mezin, KESK, DÎSK, Dayikên Aştiyê, ÎHD, KJA, Hevşaredarên Artûklû û gelek welatî amade bûn.

Beriya daxuyaniyê, ji sê baskan ve girseya gel ber bi Parka Karayolû cihê daxuyanî lê were dayîn bi qîrîna dirûşmeyên "Kujer DAIŞ, hevkar AKP" meşiya.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku êşa wan gelekî giran e û anî ziman ku êrîş ji aliyê hêzên nikarin xwe li serketina gelê Kurd rabigirin, hatiye kirin. Turk got, "Û van hêzên nikarin xwe li vê serketinê rabigirin, çavên xwe li çeteyên van êrîşan dikin û gefê li pêşeroja gelan dixwin, digirin. Lê belê çi dikin bila bikin, wê ev gelê tiyê azadiyê ye, ji bo pêşerojeke azad van lîstikan xera bike."

Turk got, "Em vê komkujiyê şermezar dikin û ne tenê şermezar dikin, em wê lanet dikin. Û bawerim ku ev çete û yên destekê didin van çeteyan wê hesabê bidin mirovahiyê."

Li dû axaftinan girseya gel ji bo pênc deqeyan çalakiya rûniştinê lidar xist û metna daxuyaniyê li endamên çapemeniyê belav kir.

QOSER

Li navçeya Qoserê jî, ji bo bal were kişandin ser komkujiyê, paçekî reş bi avahiya Şaredariya Qoserê ve hat daliqandin.

ŞEMREX

Cihekî din ê komkujî lê hat şermezarkirin navçeya Şemrexê bû. Li vê derê jî bi hêrseke mezin AKP û çeteya DAIŞ'ê hat şermezarkirin û li dijî çeteya DAIŞ'ê ya gefê li tevahiya mirovahiyê dixwe, bang yekîtiyê hat kirin.