Komkujiya li Pirsûsê wê li Ewropayê bê protestokirin-HAT NÛKIRIN
Komkujiya li navçeya Pirsûsê ya li hemberî ciwanên SGDF'yî, wê li gelek bajarên Ewropayê bê protestokirin. Ji bo çalakiyan banga beşdariyê hat kirin.
Komkujiya li navçeya Pirsûsê ya li hemberî ciwanên SGDF'yî, wê li gelek bajarên Ewropayê bê protestokirin. Ji bo çalakiyan banga beşdariyê hat kirin.
Komkujiya li navçeya Pirsûsê ya li hemberî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), wê li gelek bajarên Ewropayê bê protestokirin. Ji bo çalakiyan banga beşdariyê hat kirin.
Komeleyên Civaka Demokratîk li Hollandayê banga lezgîn a çalakiyan kirin. Ji bo çalakiya li bajarê Den Haag a li Malîeveld saet di 15:30 banga tevlîbûnê hat kirin.
Li bajarê Fransa Strasboûrgê saet di 18:00 de wê li Place Kleberê çalakiyeke protestoyî ya girseyî bê lidarxistin.
LI GELEK BAJARÊN ELMANYAYÊ KOMKUJÎ WÊ WERE PROTESTOKIRIN
Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, wê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyê organîze bike. Çalakî wê li Kartoffelplatzê saet di 18:30 de bê lidarxistin.
Komkujî wê li bajarê Stûttgartê jî saet di 18:00 de li Meydana Schlosplatzê bê protestokirin. Ji bo çalakiya ji aliyê Yekîtiya Hêzê û pêkhateyên HDP'ê yên Stûttgartê bê organîzekirin, banga beşdariyê hat kirin.
Li bajarê Dortmûndê jî çalakiya protestoyî wê li navnîşana Hansaplatz Hansapl 44137 bê lidarxistin.
Protestoya li Kolnê jî wê li ber Dêra Domê pêk were.
Li bajarê Bîelefeldê saet di 18:30 de li ber HBF çalakî tê lidarxistin.
Ji aliyê NAV-DEM'ê ve wê li bajarê Gîessenê saet di 16:00 de li Kîrchplatzê meşek bê organîzekirin.
Li bajarê Mannheîmê, Navenda Civaka Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk wê saet di 18:00 de li Paradeplatzê mîtîngê lidar bixin.
Kurdistanî û hêzên demokrasiyê yên li Hannoverê jî wê li ber Haûptbahnhofê saet di 18:00 de çalakiya protestoyî pêk bînin.
Li Bremenê saet di 17:00 de li ber Parlamenta Eyaletê çalakî tê lidarxistin.
Li Hambûrgê saet di 17:00 de wê li ber Konsolosiya Tirkiyeyê komkujî bê protestokirin.
Li paytext Berlînê saet di 19:00 de li Kotsûsertor çalakî heye.
Li bajarê Kasselê saet di 17:00 de li Navenda Civaka Demokratîk wê komkujî were şermezarkirin.
Li Kîelê saet di 20:00 de wê li ber Haûptbahnhofê çalakiya şermezarkirinê bê lidarxistin.
Di 21'ê Tîrmehê roja Sêşemê wê li bajarê Dresdenê saet di 17:00 de li ber Centrûm Galerîen çalakî pêk were.