HDP û DBP'ê êrîşa li Wanê ya li dijî gel şermezar kirin

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa duh bi şev a polîsan a li taxa Xaçortê li hebmerî gelê sivîl pêk anîn şermezar kirin û xwestin berpirsyar ji wezîfeyê bên girtin.

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa duh bi şev a polîsan a li taxa Xaçortê li hebmerî gelê sivîl pêk anîn şermezar kirin û xwestin berpirsyar ji wezîfeyê bên girtin.

Der barê êrîşa duh bi şev a polîsan a li taxa Xaçortê li hemberî gelê salvegera Şoreşa Rojava pîroz dikir pêk hat de, ku di encamê de 16 kes birîndar bûn, li avahiya DBP'ê ya bajêr civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. 

Di daxuyaniya hevpar a Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wanê de ku ji aliyê Hevseroka DBP'ê ya bajêr Hamiyet Şahîn ve hat dayîn, hat ragihandin ku zîhniyet AKP a nikare xwe li encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê rabigire, êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku beriya du rojan Serokkomar Erdogan got 'Min 6-7'ê Cotmehê ji bîr nekiriye' û heman piştî vê gotinê polîs li taxa Xaçortê ketine nava tevgerê û hat ragihandin ku di encama êrîşê de jineke ducanî û zarok jî di nav de 16 kes birîndar bûne.

'GELÊ KURD DIZANE ÇAWA XWE BIPARÊZE!'

Şahîn di dewama axaftina xwe de got, "Em ji vir hişyar dikin; nekevin nava xefletê. Gelê Kurd bê xwedî nîne û eger pêwîstî pê hebe dizane ku çawa xwe biparêze. 30 salên dawî bi mînakên vê dagirtî ne. Eger gelê me bi sebir dike, ev yek ji ber hesret û baweriya xwe ya bi aştiyê re ye. Çekên we, TOMA'yên we, akrepên we nikarin vî gelî têk bibin. Êdî bi vê rastiyê bihesin. Em dixwazin yên duh teror kirine, tavilê ji wezîfeyê bên girtin. Naxwe em ê çalakiyên xwe yên demokratîk zêde bikin."