KCD'ê komkujiya li Pirsûsê şermezar kir
KCD'ê diyar kir ku barbarên DAIŞ'ê û destekvanên wê yên qirêj dest dane hev û îro li Pirsûsê li hemberî gelê Kurd, dostên Kurdan û mirovahiyê komkujiyeke din kirine.
KCD'ê diyar kir ku barbarên DAIŞ'ê û destekvanên wê yên qirêj dest dane hev û îro li Pirsûsê li hemberî gelê Kurd, dostên Kurdan û mirovahiyê komkujiyeke din kirine.
KCD'ê di daxuyaniya xwe ya li ser êrîşa li Pirsûsê de got, "AKP û hikûmeta AKP'ê nikare ji berpirsyariya vê komkujiya li dijî mirovahiyê birevin. Piştî komkujiyên li Amed û Kobanê rûdana komkujiyeke bi heman rengî li Pirsûsê, berpirsyariya AKP'ê radixe pêş çavan."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku barbarên DAIŞ'ê û destekvanên wê yên qirêj dest dane hev û îro li Pirsûsê li hemberî gelê Kurd, dostên Kurdan û mirovahiyê komkujiyeke din kirine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, rûdana komkujiyeke ewçend hov a mehek piştî komkujiya 25'ê Hezîranê ya li Kobanê, encama panîk û tirsa ji serketinên mezin ên Şoreşa Rojava ye.
KCD'ê diyar kir ku ev komkujiya rojek piştî 3. salvegera Şoreşa Rojava pêk hat nîşan dide ku êrîşên li hemberî destketiyên mezin ên mirovahiyê wê dewam bikin û got, "Divê hedefgirtina dostên rasteqîn ên gelê me û ciwanên sosyalîst ên xwedî li destketiyên Şoreşa Rojava derdikevin, baş were nirxandin. Çeteyên DAIŞ'ê û destketvanên wan, ku tevî piştevaniya neteweyî ya gelê Kurdistanê ji derketina piştevaniyeke xurt a navneteweyî-enternasyonal ditirse, komkujî kirin û di encamê de nêzî 40 ciwanên şoreşger-sosyalîst şehîd ketin, bi dehan ciwanên sosyalîst bi giranî birîndar bûne."
KCD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev komkujî bi awayekî vekirî di bin berpirsyariya AKP û hikûmeta AKP'ê ya tevgera çeteyan a li Tirkiyeyê serbest kiriye, pêk hatiye. KCD'ê got, "AKP û hikûmeta AKP'ê nikare ji berpirsyariya vê komkujiya li dijî mirovahiyê birevin. Piştî komkujiyên li Amed û Kobanê rûdana komkujiyeke bi heman rengî li Pirsûsê, berpirsyariya AKP'ê radixe pêş çavan.
Em, çeteya barbar a DAIŞ'ê û destekvanên wê ku bûn sedema vê komkujiyê, ji ber vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin.
Em, piştevaniya ciwanên şoreşger-sosyalîst ên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê seferber bûne watedar û girîng dibînin. Em destnîşan dikin ku wê ruhê enternasyonalîst ê mezin ê şoreşgerên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne di şoreşa me ya hevpar de hê bihêztir bibe.
Bi vî ruhê piştevaniyê re wê gelên me mutleq ji kesên ev komkujî pêk anîne û yên piştgirî dane wan hesab bipirsin, em ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û malbatên şehîdên me re sersaxiyê, ji birîndaran re şifayê dixwazin.
Em bang li gelê me û hemû hêzên demokrasiyê dikin li hember vê komkujiyê bi ruhê yekîtî û piştevaniyê bên gel hev, dengên xwe bilind bikin û hesab ji berpirsyarên komkujiyê bixwazin.”