Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, ""Ev komkujî, komkujiyek li hemberî têkoşîna piştevaniya sosyalîstên li Tirkiyeyê û gelên li cîhanê ye, ku di roja Kobanê ya cîhanê de şênber bûye."
Karasû anî ziman ku ev komkujî encameke tifaqa Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re kiriye û got, "Ji vê komkujiyê yekser AKP berpirsyar e. Bila AKP qet hewl nede berpirsyariya vê komkujiyê bispêre aliyekî, ew bi xwe berpirsyar e. Di vê mijarê de hêzên demokrasiyê gelek caran AKP hişyar kirin û gotin, 'polîtîkaya we wê van komkujiyan bîne Tirkiyeyê'. Niha DAIŞ'ê komkujiyê xwe aniye Kurdistanê. Ev komkujî duh li Amedê pêk hat, îro jî li Pirsûsê. Dibe ku sibe li cihekî din ê Tirkiyeyê rû bide."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, der barê komkujiya li Pirsûsê de ku bi dehan ciwanên Tirkiyeyî yên ji bo tevlî karên ji nû ve avakirina Kobanê bibin çûn Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî da ajansa me.
'BI VÊ KOMKUJIYÊ RE TÊKOŞÎNA PIŞTEVANIYÊ YA SOSYALÎSTAN HEDEF HAT GIRTIN'
Karasû di destpêka nirxandina xwe de, ciwanên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bi mînetdarî û rêzdarî bibîr anî û soz da ku ew ê xewn û hesretên wan di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bicih bînin û armanca wan bi serketinê re tacîdar bikin. Karasû da xuyakirin ku komkujiya li Pirsûsê li dijî ciwanên sosyalîst ên ji bo alîkariya Kobanê li wir bû, pêk hatiye û got, "Bi vê wesîleyê, di şexsê van ciwanên sosyalîst de, di serî de sosyalîstên Tirkiyeyî ez hemû sosyalîst û demokratên şoreşger ên li Tirkiye û Cîhanê silav dikim. Ev komkujî, komkujiyek li hemberî têkoşîna piştevaniya sosyalîstên li Tirkiyeyê û gelên li cîhanê ye, ku di roja Kobanê ya cîhanê de şênber bûye."
'JI VÊ KOMKUJIYÊ AKP BERPIRSYAR E'
Karasû diyar kir ku ya rê li ber komkujiya li Pirsûsê vekiriye, hevkariya AKP-DAIŞ'ê ye. Karasû destnîşan kir ku ku AKP'ê DAIŞ afirand û mezin kiriye û veguherandiye rêxistineke ku karibe komkujiyên bi vî rengî bike.
Karasû anî ziman ku AKP'ê hemû sînorên Tirkiyeyê ji DAIŞ'ê re kiriye kamp û navendên lojîstîkê û ev xal destnîşan kir: "Ji ber vê yekê, di serî de li Cerablûs û Til Ebyadê DAIŞ'ê li her sînorê Tirkiyeyê bi hêsanî tevgeriya ye û her şêwe xebat meşandiye. Bê guman ev komkujî encama tifaqa Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re ye. Ji vê komkujiyê yekser AKP berpirsyar e. Bila AKP qet hewl nede berpirsyariya vê komkujiyê bispêre aliyekî, ew bi xwe berpirsyar e. Di vê mijarê de hêzên demokrasiyê gelek caran AKP hişyar kirin û gotin, 'polîtîkaya we wê van komkujiyan bîne Tirkiyeyê'. Niha DAIŞ'ê komkujiyê xwe aniye Kurdistanê. Ev komkujî duh li Amedê pêk hat, îro jî li Pirsûsê. Dibe ku sibe li cihekî din ê Tirkiyeyê rû bide. AKP'ê bi polîtîkayên xwe re Tirkiye xistiye nava şerekî bi vî rengî yê qirêj. AKP'ê tifaqa xwe ya bi DAIŞ'ê re li ser dijminatiya li Kurdan ava kiriye. Ji ber dijminatiya li Kurdan ketiye nava her şêwe karên qirêj. Dewleta Tirk di herikîna dîrokê de karên xwe yên qirêj her tim li ser dijminatiya li Kurdan meşandiye. Heta ku dest ji dijminatiya li Kurdan bernede, dewleta Tirk jî, hikûmeta AKP'ê jî, hikûmetên din jî wê ji niha û pê ve hevkarê sûcê her şêwe komkujiyan bin. Wê van karên xwe yên qirêj dewam bikin. Ji ber vê yekê em bang li dewleta Tirk, bang li hkiûmeta AKP'ê û her kesên xwedî zîhniyeta dijmantiyê li Kurdan dikin ku dest ji vêz îhniyetê berdin. Dijminatiya li Kurdan encamên bi vî rengî derdixîne holê û berê Tirkiyeyê dide tifaqên bi rêxistin û welatên cîhan ji wan nefretê dikin. Eger dewleta Tirk îro li hundir û derve xitimî be, sedema vê dijminatiya li Kurdan e. Ji ber dijminatiya li Kurdan li derve û hundir tifaqên qirêj dike. Ji ber vê yekê berpirsyarê vê komkujiyê hikûmeta AKP'ê ye."
'AKP'Ê BI VÊ KOMKUJIYÊ RE ŞER LI BAKUR BELAV KIRIYE'
Karasû da zanîn ku beriya hilbijartinê jî AKP'ê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd şer ragihandiye û anî ziman ku bi vê komkujiyê re AKP'ê nîşan daye ku wê vî şerî bi şêweyên cuda kûr û dorhêlek berfireh belav bike. Mûstafa Karasû ragihand ku di vê mijarê de wan hişyarî dane hikûmeta AKP'ê û got, "Hikûmeta AKP'ê wê ji vê yekê bi xwe poşman bibe. Divê AKP dest ji dijminatiya li Kurdan berde. Eger li bendê ye ku çeka gerîla deyne, bi vî rengî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bê parastin bihêle, wan teslîm bigire û li ser vê bingehê qirkirinê bîne serê Kurdan, bila qet ne li bendê be. Ti carî gerîla gelê Kurd bê parastin nahêle. Hikûmeta AKP'ê dixwaze gel bê parastin bihêle û kûçikên xwe berde naverastê. Dixwaze gelê Kurd bê parastin bihêle û bi destê van çeteyên faşîst re qirkirina fîzîkî û çandî bimeşîne. Karên qirêj ku bi xwe nikare bi awayekî vekirî bike, dixwaze bi van çeteyan bide kirin. Divê AKP dest ji vê polîtîkayê berde. Heta ku dest ji vê polîtîkayê bernede, di serî de Tayyîp Erdogan wê AKP li dadgehên ceza yên navneteweyî werin darizandin. Ji ber ku ya rê li ber vê komkujiyê vekir, desteka AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê ye. Ev yek hatiye tespît û îspatkirin. Belgeyên vê derketin holê. Tevahiya cîhan bi vê dizane."
'DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ TÊKOŞÎNA XWE XURT BIKIN'
Karasû destnîşan kir ku bi rabûna ser piyan a gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê re, ev şerê AKP'ê yê bi destê DAIŞ'ê dimeşîne, bê sekinandin û diyar kir ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurd ew bang li tevahiya hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û gelê Kurd dikin ku li dijî polîtîkayên AKP'ê bisekinin.
Karasû diyar kir ku eger di vê mijarê de têkoşîneke têrker neyê meşandin wê komkujî dewam bikin û got, "Lewma divê li qad û kolanan, ev komkujiya li Pirsûsê bê protestokirin. Eger ev komkujî neyê protestokirin, hêzên demokrasiyê nikaribin van komkujiyan bisekinînin, wê ev komkujî dewam bikin. Ji ber ku Erdogan û hikûmeta AKP ne xwedî zîhniyetê demokratîk in. Dixwaze hegemon bibe û weke hêzeke hegemon Tirkiyeyê kontrol bikin. Bi zîhniyetê hegemonîk ê mêtînger re dixwaze gelê Kurd bi temamî têk bibe. Ji ber vê yekê hêvîkirina însaf, helwesta demokratîk û terikandina van polîtîkayan ji AKP'ê, xeyalek e. Kengî hêzên demokrasî û azadiyê têkoşiyan; ev têkoşîn li ser bingeha tifaqeke demokrasî û azadiyê bi pêş ve bir, hingî wê armancên hegemonîk û otorîter ên Erdogan pûç bibin û Tirkiye demokratîk bibe, Kurdistan jî azad bibe. Bi vê wesîleyê dixwazim bêjim ku ciwanên xwestin alîkariyê bidin Kobanê û hestên van ciwanan em ê ti carî ji bîr nekin; em ê desteka tevgera sosyalîst û hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê ji bo Kobanê ji bîr nekin; bi pêşvebirina yekîtiya hêzên çep ên li Tirkiyeyê ku di şoreşa Kobanê de şênber bûye û xurtkirina biratiya gelan li Tirkiyeyê re em ê Tirkiyeyê demokratîk bikin û Kurdistanê azad bikin. Li ser vê bingehê ez careke din yên ku ev komkujî kirine, şermezar dikim. Bang li gelê me û hêzên demokrasiyê dikim ku li dijî yên ev komkujî kirine û hevkarê vî sûcê mezin AKP'ê, têbikoş in."